TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir 2021-04-09 12:57:39   AMED - Aktivîsta TJA’yê Siyajîn Nefîse Yildirmaz ji bo meşa li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê ya li Amedê pêk were banga tevlibûnê kir û got: “Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin.”   Bertekên li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê sibê bi dirûşmeyeya “Me Peymana Stenbolê li kolanan qezenc kir, em ê li kolanan biparêzin” li Amedê meşekê li dar bixin. Meşa ku saet di 13.00’an de li Xaçerêya Dunya ya li navçeya Peyasê dest pê bike, wê li Parka Roboskê bi dawî bibe.   BANGA TEVLIBÛNÊ   Aktivîsta TJA’yê Siyajîn Nefîse Yildirmaz, ji bo meşa sibe pêk were banga tevlibûnê kir û wiha got: “Em di rewşeke ku her roj jin tên qetilkirin de qîr dikin ku Peymana Stenbolê ya ku me bi têkoşînê bi dest xist nikare bê betalkirin. Di demekî ku ji bo qirkirina jinan asteng bikin û ji bo Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 pêk were têdikoşiyan de, Peymana Stenbolê ji derveyî maqekanûnê ji aliyê zilamekî ku pergalê temsîl dike ve hat fesixkirin. Em dibêjin ku; ji bo jiyaneke azad û wekhev mafên me yên me ne, destkeftiyên me yên me ne, em qet dest jê bernadin. Ji bo ku em li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û biparêzin hemû jinan vedixwînim meşa me ya sibê ku li Xaçerêya Dunyayê pêk were.”