‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû 2021-04-07 14:35:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna ku duh li Beştepeyê bi du rayedarên YE’yê re hat kirin de mayîna ser piya ya Seroka Komîsyona YE’yê Ursula von der Leyen a bi Serokê Konseya YE’yê Charles Michel re di heman statuyê de ye careke din nêrîna jinê ya Enqereyê derxist holê.   Di bin siya şermezarkirin û bertekên binçavkirina aktivîst û saziyên jinan û betalkirina Peymana Stenbolê ya bi Biryarnameya Serokkomar de Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’yê Charles Michel li Beştepeyê hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtina ku mafên mirovan, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), rewşa penaberan û Peymana Stenbolê hatin axaftin de nûnertiya jinê hat paşguhkirin.   LI ENQEREYE HESASIYETA JINÊ   Her du rayedarên YE’yê Charles Michel û Ursula von der Leyen ên di protokolê de weke hev bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayîp Erdogan re duh hevdîtin kirin. Qeyrana protokole ya di hevdîtinê de qewimîn li cîhanê bû sedemê bertekan.   Li gel ku Michel û Von der Leyen di protokolê de di heman statuyê de ne jî Michel, li paldan rex Erdogan rûnişt. Von der Leyen jî li ser piya hat sekinandin. Leyena ku cih jê nehat diyarkirin weke ku bibêje ‘ez li ku dere rûnim’ tevgeriya û pişt re li paldanka li hemberî Wezîrê Karê Derve Mewlut Çavûşoglû dan rûniştandin. Tiştên qewimîn ji derveyî medya civakî rojnameya Washington Postê jî bi sernavê “Serokê Tirkiyeyê bi her du serokên YE’yê re hat gelhev. Kursî nedan jina di nava wan de” girt rojeva xwe. Washington Post rûniştandina Von der Leyen a li hemberî Çavûşoglû rexne kir.   NE TESADUF QESTÎ YE   Hevserokê Komîsyona Parlementoya Tevlîhev a YE-Tirkiyeyê Sergey Lagodinsky jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirineke wiha kir: “Rêya nû ya divê têkiliyên YE û Tirkiyeyê wiha nebin ‘ehm’ e.” Endamên Parlementoya Ewropayê yê holandî Sophie in’t Veld jî got ku ne tesadufî bi qestî ye”. Parlementera holandî bertek nîşanî bêdengbûna Michel a li hemberî vê rewşê jî da.