Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek 2021-04-05 11:39:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina ku li Meclîsa Kosovayê hat kirin de Vjosa Osmanî weke serokkomara nû ya welat hat hilbijartin.   Di dengdana ku li Meclîsa Kosovayê hat kirin de serokkomara nû hat hilbijartin. Di dengdanê de Vjosa Osmanî bû serokkomara nû ya welat. Ji 120 parlementeran 82 tevlî dengdanê bûn. Di tûrên yekemîn û duyemîn de Vjosa Osmanî dengê pêwîst ê ku pê bê hilbijartin negirtin. Di dengdanê de Hevrikê Osmanî Nasûf Bejta tu deng negirtin û 11 deng jî nederbasdar hatin hesibandin. Di dengdana tura seyêmîn de Vjosa Osmanî ya 71 deng girt bû Serokkomara nû ya Kosovayê.   Piştî serxwebûna Kosovayê ya sala 2008’an, Vjosa Osmanî weke serokkomara jin a duyemîn bû serokkomara 5’emîn a welat.