Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’ 2021-04-05 09:01:31 STENBOL - Jinan vekişîna ji Peymana Stenbolê wek “fermana îtaetê” şîrove kirin û gotin: “Armanc ew e ku jinan tehakumî hepsa zilaman bikin. Daxwazên me dikarin serdestiya zilaman bipelixînin.”  Tirkiye ew welat e ku ewilî ji Peymana Stenbolê vekişiya. Vekişandin nîvê şevekê bi Biryarnameya Serokkomariyê pêk hat. Tirkiye wek welatê ewilî derbasî dîrokê bû. Jinên ku biryarê nas nakin li dijî betalkirina peymanê li kuçeyan çalakiyên xwe didomînin. Jinan biryara betalkirinê wek “polîtîkaya şer nirxandin û gotin ev yek êrişek rasterast li ser mafê jiyanê ye.    ‘ARMANC EW E KU JINAN HEPSÎ SERDESTIYA ZILAMAN BIKIN’    Parlamentra HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku sedemê zextên li ser jinan polîtîkaya tehakuma îqtidarê ye ku didomîne. Kemalbay anî ziman ku bi sedsalan e jin li dijî serdestiya zilam û dewletê di îsyanê de ne û Peymana Stenbolê jî destkeftiya encama têkoşîna bi salan a jinan e. Kemalbay detnîşan kir ku wê qet û qet jin dest ji Peyamana Stenbolê bernedin û got: “Vekişîna ji Peymanê di heman demê de tê wê maneyê ku jinan hepsî serdestiya zilaman bikin. Em ji niha şûn ve neçarin ku têkoşînek xurt li kuçeyan bihûnînin.”    ‘FERMANA ÊDÎ HÛN DIKARIN JINAN BIKIJIN DAN ZILAMAN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Elîf Bûlût jî da zanîn ku Peymana Stenbolê mafê jiyana jinan diparast û îqtîdar dixwaze bi betalkirina peymanê zîhniyeta xwe li ser civakê hemû ferz bike. Bûlût destnîşan kir ku bi betalkirina peymanê dixwazin jinan bêparastin bihêlin û vekişîna ji peymanê tê wateya ku “êdî hûn dikarin jinan bikujin” daye zilaman. Bûlût bang li jinan ku kir ku li dijî biryara betalkirinê derkevin kuçeyan û li dijî zerdestiya zilaman dema mezinkirina daxwaza azadî û wekheviyê ye.      ‘FERMANÊ DAN ZILAMAN’    Endama Koma Kampanya Peymana Stenbolê Bisepîne Ferîde Eralp jî destnîşan kir ku Peymana Stenbolê mafê jiyana jinan diparast û got: “Bi biryara vekişîne re ji jinan û endamên LGBTÎ+ re hat gotin ‘mafê we yê jiyanê li vî welatî nîne’. Ji zilaman re jî gotin heke hûn ‘îtaet bikin’ dikarin bijîn. Em sînorên ku zilam xêz dikin qebûl nakin. Mafên me hemû di bin zext û êrişan de ne. Daxwazên me di wê hêzê de ne ku dikarin serdestiya zilaman bipelixînin. Jin wê bi paş ve gavê neavêjin. Em ê kuştina bi bêdengî qebûl nekin.”    MA / Berfîn Karaman