Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin 2021-04-05 09:01:27 ÎZMÎR - Di serdema pêvajoya aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotinên “Li welatek ewqas jin tên kuştin, ez nikarim bibin endamê vê dewletê” bertek nîşanî kuştinên jinan dabû. Ji roja hevdîtinên bi Ocalan re hatin qûtkirin û tecrîd hat kûrkirin yanî ji pêvajoya çareseriyê heta îro herî kêm 2 hezar û 289 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dan.  Ji ber aştiy civakî pêk nayê û aramî li Tirkiyê serdest nabe polîtîkayên neyînî civakê dixin bin tesîra xwe. Ev polîtîka otomotîkmen bandorê li ser jinan dike û her ku diçe tundî û kuştina li ser jinan zêde dibe her wiha tacîz, tecawiz, bêkarî û feqîrî jî bandorek neyînî li civakê dike.    TUNDÎ DI SALA 2011’AN DE KÊM BÛ    Peymana Stenbolê ku wek destkeftiyên jinan tê zanîn di sala 2011’an de ket meriyetê. Herî kêm di sala 2011’an de jin hatin kuştin û tundî kêm bû ev yek mohra xwe li dîrokê da. Helbet tundî û kuştin kêm nebû û 121 jin hatin kuştin. Salên pişt re rêjeya kuştin û tundiyê kêm bû.    Polîtîkaya tundî û kuştinê ya li ser jinan vê yekê dide nîşandan dema rayedarên dewlet û îqtidarê polîtîkayên zayendperest datînin aliyekî û çareseriyê daixivin tundî û kuştina li ser jinan jî kêm dibe.    2012-2014: 741 JIN HATIN KUŞTIN    Li dibistan, kargeh, mal, kuçe û her qadên jiyanê tundî û kuştin berdewam kirin. Di sala 2012’an de herî kêm 210 jin hatin kuştin. Piştî sala 2012’an di sala 2013’an de “Pêvajoya Çareseriyê” dest pê kir û di vê salê de 237 jin hatin kuştin. Di sala 2014’an de jî ku pêvajoyê berdewam dikir 294 jin di encama tundiya zilaman de hatin kuştin.    ‘EZ NIKARIM BIBIN ENDAMÊ DEWLETEK KU JIN LÊ TÊN KUŞTIN’    Pêvajoyê heta sala 2015’an domiya û di havîna vê salê de pêvajo hat bidawîkirin û ji ber polîtÎkayên nijadperest, milîtarîst ketin dewrê 303 jin hatin kuştin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her tim digot heta jin tevli pêvajoyê neyên kirin wê pêvajo bi sernekeve bi gotinên “Di pêvajoya çareseriya demokratîk de sernavê min ewil azadiya jinan e“Li welatek ewqas jin tên kuştin, ez nikarim bibin endamê vê dewletê” bertek nîşanî kuştinên jinan dabû. Ji roja 5’ê Nîsana 2015’an hevdîtinên bi Ocalan re hatin qûtkirin û tecrîd hat kûrkirin yanî ji pêvajoya çareseriyê heta îro herî kêm 2 hezar û 289 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dan.    Ocalan ku di nameya ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya sala 2015’an re şandibû hatibû xwendin û Ocalan di nameyê de qala peyaman jinan dikir û divê peymana jinan were çêkirin ku dawî li tundî û kuştinan were. Ocalan wek her dem destnîşan kiribû heke jin tune bin jiyan jî nîne û heta ku azadî nebe etîk û estetîk jî nabe. Ocalan diyar kiribû ku çareserî bi wekheviya jinan û hiqûqa azadiyê dikare bibe û hiqûqa jinan-hiqûqa azadiyê ji bo wî esas e.    PIŞTÎ 2015’AN    Lê piştî ku di 5’ê Nîsana 2015’an de hevdîtin bi Ocalan re hatin qûtkirin û di havîna 2015’an de pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û konsepta şer carek din ji nû ve dest pê kir, jin û zarok jî di nav de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.    HEZR Û 435 KES HATINE KUŞTIN    Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ji ber şer û qedexeyên hatin ragihandin bandorê li 2 milyon însan kir. Hezar û 425 însan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 583 însan jî birîndar bûn.    POLÎTÎKAYÊN MILÎTARÎZM Û ZAYENDPEREST KETIN DEWRÊ    Di konspeta şer de ku hat destpêkirin li bajarên Kurdistanê bi destê tîmên taybet, leşker, polîs û cerdevanan li dijî jinan polîtîkaya mîlîtarîzmê û zayenperestiyê jî zêde bû. Tundiya bi destê van hêzên dewletê li dijî jinan hatin tomarkirin û bi destê wan bedenên jinan li ser medya civakî hatin belavkirin.    2 HEZAR Û 254 JIN HATIN KUŞTIN    Di vê pavajoya şer de zimanê îqtidarê yê zayendperest hişk bû û êrişên li ser destkeftiyên jinan jî zêde bûn. Hejmara jinên di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dan gelek zêde bû. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di sala 2015’an 303 jin, di sala 2016’an de 328 jin, di sala 2017’an de 409 jin, di sala 2018’an de 440 jin, di sala 2019’an de 474 jin, di sala 2020’an de 300 jin hatin kuştin. Bi vî awayî ji roja pêvajoya çareseriyê hatiye qedandin û heta îro yanî di van 6 salan de bi giştî 2 hezar û 254 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dane.      62 SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN    Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016'an di 21’ê Tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û du salan berdewam kir. Di vê pêvajoyê gelek Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin ragihandin û gelek rêxistin û saziyên jinan hatin girtin. Ev sazî hatin girtin: Komeleya Jiyanê ya Jinan Semsûrê, Komeleya Lêkolînên Jinan a Anka, Komeleya Piştevaniya Jinan a Payanyir a Bûrsayê, Komeleya Jinan a Ceren, Komeleya Jinan a Keskekor, Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Sîwan a Jinan Mûşê, Komeleya Jinan a Selîsê, Komeleya Jinan a Wanê.    Piştî ku di 2016’an de polîtîkaya danina qeyûmên ser şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) saziyên jinan jî bûn armancên qeyûman û 52 saziyên jinan ên di bin banê şaredariyan de ji aliyê qeyûman ve htain girtin.    ÊRIŞA HERÎ DAWÎ PEYAMAN STENBOLÊ BÛ   Li aliyekî êriş û tundî û kuştina li ser jinan zêde li aliyekî jî destkeftiyên jinan dibin armanca êrişan. Herî dawî di 20’ê adara îsal de bi Biryarnameya Serokkomariyê Tirkiye ji Peymana Stenbolê ya jinan diparast vekişiya. Vê biryarê rê li ber înfîalê vekir û ev biryar ji aliyê jinan ve nehat qebûlkirin. Jinên ku li dijî biryarê û êrişan û tundiyê meydan û kuçeyan naterikînin, carek din xwe li berxwedan û têkoşînê pêçan û li qadan hem xwedî li mafê xwe hem jî xwedî li jiyana xwe derdikevin.    MA / Semra Tûran