Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim? 2021-04-03 09:06:55   ÎZMÎR - Parêzer Alî Aydin, anî ziman ku muwekîlê wî telefonî wî kiriye û jê pirsiye "Gelo ez dikarim welayeta zarokê xwe wergirim?" Parêzer Aydin got: "Pirsên bi vî rengî pir tên kirin. Ev jî nîşan dide ku mêr dibêjin qey xwediyê gelek mafan e."    Piştî ku Peymana Stenbolê hat fesixkirin, cinayetên jinan zêde bûn. Bi ser de jî kiryarên tahde û cinayetan telefonî parêzeran dikin û dipirsin fesixkirina peymanê derfetine çawa dane ber wan û dê çawa ji van derfetan sûdê bigirin. Li Îzmîrê jî Parêzer Alî Aydin anî ziman ku muwekîlê wî telefonî wî kiriye û jê pirsiye bê ka dikare welayeta zarokê xwe bigire yan na.    PEYMAN HAT FESIXKIRIN, GELO DIKARIM WELAYETÊ BIGIRIM?    Aydin, diyar kir ku piştî peyman hatiye fesixkirin telefonên bi vî rengî ji wî û gelek hevpîşeyên wî re hatine. Aydin, destnîşan kir ku ev yek bûe cihê fikaran. Aydin, anî ziman ku muwekîlê wî jî telefonî wî kiriye û jê pirsiye "Peymana Stenbolê hat fesixkirin. Gelo dikarim welayeta zarokê xwe wergirim?"    Aydin, bilêv kir ku wî ji muwekîlê xwe re gotiye, peyman tenê hatiye fesixkirin nehatiye betalkirin û bê betalkirin jî mafekî te yê bi vî rengî tune ye. Aydin got: "Peymana Stenbolê hat fesixkirin, lê nayê wateya ku dê welate bê girtin. Rasterast pêwendiyek welayetê bi peymanê re tune ye, lê belê pirsên bi vî rengî nîşan didin ku mêr dibêjin qey em xwedî her mafî ne an jî dikarin bibin xwedî her mafî."    MAFÊ JIYANÊ    Aydin, anî ziman ku Peymana Stenbolê mafê jiyanê yê jinê diparêze û ne pêkan e ku mafê mirovan ê sereke di şevekê de ji holê bê rakirin. Aydin, destnîşan kir ku li welêt peymana mafên mirovan wekî amûreke siyasetê tê bikaranîn û got: "Mafên mirovan nayên fesixkirin, nakevin ber refrandûman. Tiştên bi vî rengî binpêkirina mafê mirova ye."    EM LI BER RABIN   Aydin, destnîşan kir ku rabûna li ber peymanê tenê ne pirsgirêka jina ye, lewma divê her kes bi yek be û li ber rabe. Aydin got: "Divê jin û mêr tev de li kuçeyan behsa Peymana Stenbolê bikin. Divê li ber fesixkirina wê rabin."    MA/ Semra Tûran- Sevda Aydin