‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’ 2021-04-02 14:05:08   STENBOL - Piştevaniya Şîşlî Erfalê bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê û veguhestina Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê da û got ew dev ji Peymanê jî û ji Etfalê jî bernadin.    Piştevaniya Şîşlî Etfalê ji bo betalkirina Peymana Stenbolê û veguhestina Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê protesto bikin li ber nexweşxaneyê civiyan û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Jin ne dev ji Etfalê berdidin û ne jî dev ji Peymanê berdidin” û “Bila Şîşlî Etfal neyê girtin” hatin vekirin û dirûşma “Etfal a me ye, peyman a me ye” berz kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê ji peymanê û Etfalê paş de gav neavêjin û Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê cihê mîsogeriya tenduristiya herî mezin a jinan e. Hat gotin peyman ji bo jinan xwedî girîngiyek jiyanê ye.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan bi dawî bû.