Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin 2021-03-28 09:11:35 ENQERE - Li gor hiqûqnasan hêzeke serokkomar ya ku qanûna jimare 6284'an betal bike tune ye.    Bi birayara Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, di 20'ê Adarê de Pemana Stenbolê hatibû fesixkirin. Piştî vê biryarê jin daketin qadan û diyar kirin peyman hîn di meriyetê de ye û dê dev jê bernedin.    Piştî biryara fesixkirina peymanê me 5 pirsên tên meraqkirin berhev kirin.    PEYMAN ÇAWA TÊN FESIXKIRIN?    Fiqreya 11'an a xala 104'an a Qanûna Bingehîn erka pesendkirina peymanên navneteweyî dide serokkomar. Lê belê xala 90'î ya heman Qanûna Bingehîn ji bo ku serokkomar peymanên navneteweyî pesend bike şertê berpêşî meclîsê bike datîne ber.    Mijara pesendkirin û fesixkirina peymanên navneteweyî, tenê ne bi biryara serokkomar, di heman demê de daxilî nav qada erka qanûnçêkirinê jî dibe. Lewma heger peymanên navneteweyî piştî erêkirina meclîsê ji aliyê serkomar ve bên pesendkirin û têkevin meriyetê, ji bo fesixkirina wan divê meclîs qanûnekê çêbike û paşê ji aliyê serokkomar ve bên fesixkirin.    ÇIMA NE QANÛN E?    Biryara fesixkirinê ya serokkomar di Tîrmeha 2018'an de ket meriyetê û wekî biryanameya jimare 9 tê binavkirin. Lê belê li gor hiqûqnasan sererastkirina di biryarnameya 9'an de li Meclîsê peymanên nehatine qebûlkirin di xwe de dihewîne. Peymana Stenbolê jî di 24'ê Mijdara 2011'an de li Meclîsê bi qanûna jimare 6251'ê hat qebûlkirin. Lewma heya ji bo fesixkirina wê qanûnek neyê çêkirin, ne mimkun e ku bi biryara serokkomar bê fesixkirin.    ÇIMA LI BER RADIBIN?    Gelek rêxistinên jinan û LGBT+, hiqûqnas, siyasetmedar, sendîka û rêxistinên mafên mirovan li ber biryara serokkomar radibin. Ji lew re peyman û qanûna jimare 6284'an di warê pêşîlêgirtina cinayetên jinan û di warê parastina jinan de berpirsiyariyan li dewletên îmze dane bar dike. Devjêberdan ji peymanê tê wateya binpêkirina destkeftiyeke mezin a têkoşîna jinan.    DI WARÊ HIQÛQÎ DE RÊYA ÎTIRAZÊ?    Venêrîna biryara serokkomar a ya derbarê fesixkirina Peymana Stenbolê adê Şûraa Dewletê ye. Xala 24'an a Qanûna Şûraya Dewletê têkildarî vê ye. Yanî ji bo betalkirina biryarê divê serî li Şûraya Dewletê bê xistin.    ÎJA QANÛNA JIMARE 6284'AN?    Qanûna jimare 24'an ku referansa wê Peymana Stenbolê ye, di 8'ê Adara 2012'an de li Meclîsê bi yekdengî hatibû qebûlkirin. Ev qanûn derbarê parastina malbatê û pêşîlêgirtina tahdeyê de ye. Heger Tirkiye dev ji Peymana Stenbolê berde, qanûna jimare 6284'an bêhukm nabe. Ji lew re hîn jî di meriyetê de ye. Tenê meclîs dikare derbarê qanûnê de sereratkirinekê bike. Li gor hiqûqnasan hêzeke serokkomar ya ku qanûna jimare 6284'an betal bike tune ye.    MA / Zemo Aggoz