Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin 2021-03-22 15:54:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê her ku diçe zêde dibin. Jinên ku derketin kolanan gotin "Em ji pey Peymana Stenbolê venagerin" û bertekên xwe anîn ziman. Li stenbolê jî jinên xwestin daxuyaniyê bidin û polîsan ew dorpêç kirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Piştî bi îmzeya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, di rojnameya Fermî de fesihkirina Peymana Stenbolê hat îlankirin, bertek û nerazibûnên jinan zêde dibin. Jin li gelek qad û kolên Tirkiyeyê hatin cem hev û bertekên xwe anîn ziman.    WAN    Komîsyona  Mafên Jinan a Baroya Wanê, li pêş Edliyeya Wanê daxuyanî da û bertek nîşanî vekişîna îmzeya Peymana Stenbolê dan. Serokê Baroya Wanê, Zulkuf Uçar û Endamên OHD'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Komîsyonê di çalakiyê de pankarta “Em biryara vekişîna Peymana Stenbolê naxwazin" vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Seroka Komisyonê Rabîa Ozgokçe, diyar kir ku bi vekişîna peymanê mafê jinan tune dihesibînin û wiha got: "Heta niha ji ber peymanê naxin meriyetê her rojê 3 jin tên qetilkirin. Ev biryara fesihkirinê bê qîmet e. Ji bo fesihkirinê divê agahiyê bide Sekreterê Giştî yê Konseya  Ewropa. Em ji bo mafê xwe biparêzin em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin." Komisyonê piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Peymana Stenbolê dide jiyandin" û “Peymatê dîsa îmze bikin û peymanê têxin meriyetê." berz kirin.    RIHA    Navenda Jinan a Baroya Rihayê jî bi heman armancê li pêş avahiya Baroya Rihayê daxuyanî da. Navendê di çalakiyê de pankarta “Em ji pey Peymana Stenbolê venagerin" vekirin û dowizên “Em xwe diparezin”, “Hukmê fehsê tune ye", “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" rakirin."    Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya  Rihayê Nahîde Polat Aslan, anî ziman ku şevek ji şevan bi biryarnameya Serokomariyê Peymana Stenbolê betal kirin û wiha got: "Ev di asta xespa mafan de ye. Peymana Stenbolê li gorî Xala  90'an a Destûra Bingehîn ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin. Bi biryara  Serokomariyê rêvebirin û zagonçêkirin hatiye xezpkirin. Peyman ji aliyê Meclîsê ve û li gorî xala 90'an a Destûra bingehîn hatiye erêkirin. Em tu hewldanên ku mafê jinan ji destê wan bigire qebûl nakin."    ÎZMÎR    Komîsyona Jinan a 1'emîn Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Îzmirê  û Komîsyona Jinan a Şaxa 3'emîn a Genel Îş'a DÎSK'ê jî bi heman armancê daxuyanî da. Komîsyonên jinan li pêş aahiya Şaredariya Îzmirê daxuyani da û vekişîna ji peymanê şermezar kir. Jinan di çalakiyêde pankarta “Ji bo mafên me û jiyana me em dest ji Peymana Stenbolê bernadin" vekirin û dowîzên “Jin jiyan azadî", “Cînayetê jinan polîtîk in" û “Bijî piştevaniya jinan" rakirin. Endama Komîsyona Jinan a  Tum Bel-Senê Başak Karaduman daxuyanî da û wiha got: "Hûn nikarin li gorî bayê polîtîk biryara bidin. Mafên me û jiyana me ne amûrê polîtîk e. Kesek nikare der barê jiyan û mafê milyonan jinan de biryarê bide. Biryarê paşve bikişîne û Peymana Stenbolê têxin meriyetê."    MÊRSÎN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Parka Zarokê Azad daxuyanî dan û vekişina îmzeya ji Peymana Stenbolê şermezar kir. Dîsa daxwaza girtina HDP'ê û xistina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergellîoglu şermezar kirin. Endam û rêveberên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Platformê di çalakiyê de pankartên “Em dest ji mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê bernadin." “Peymana Stenbolê dide jiyandin" vekirin û dirûşmeyên “Li dijî Faşizmê mil bidin mil" û “Ne berdanê, cînayetan asteng bike." berz kirin. Li ser navê Platformê Serokê Odeya Tabîban a Mêrsîne Mehmet Antmen, daxuyanî da û anî ziman ku daxwaza girtina HDP’ê û xistina wekîltiya Gergerlîoglu li dijî hiqûqê ye.    Antmen, berter nîşanî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê jî da û diyar kir ku ji niha û şûnde ji kuştina jinan îqtîdar berpirsiyar e.    STENBOL    Komek endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP)  li Qada Taksimê kom bûn û vekişîna îmzeya Peymana Stenbolê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de dowîzên "Biryarê bi şûnde vekişîne û peymanê têxe meriyetê" rakirin. Jinan ban li hemû jinan kirin ku ji bo mafê xwe yê jiyanî rabin ser piyan û seferber bibin. Jinan bê navber dirûşmeyên "Jin dê wekhev bijîn", "Li her derê jin, li her derê berxwedan" û "Qet me bi tenê nameşin" berz kirin.    Piştî polîsan jin dorpêç kirin, jinên ku xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. k-