Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye 2021-03-22 13:15:31   STENBOL - Jinên ku Peymana Stenbolê ya bi biryara Serokkomarê AKP’î hat feskirin weke “îlankirina şer” şirove kirin wiha gotin: “Kesên bi cilên taxim ên destê xwe dirêjî jiyan, maf û destkeftiyên me dikin, destê me bi bersinga we ve ye.”   Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiribû, di şeva 20’ê adarê bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan, bi biryara di Rojnameya Fermî hat weşandin de hat feskirin. Jinên ku biryar nasnekirin jî li her çar parçeyên welat li qadane.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk, diyar kir ku têkoşîna jinan bi serhildaneke bi rêxistinî de ye û wiha got: “Jinan ji paşve kişandina Peymana Stenbolê re bertekeke zelal danî holê. Jinan di şevekê de li her derê welat çalakî bi rêxistin kirin. Kolanên Stenbolê qasî betalkirina Peymana Stenbolê, bi dengen îstîfakirina Erdogan û AKP’ê jî deng veda. Wê jin AKP’ê bişînin.”   Çelîk, ji paşve kişandina peymanê weke “çavtirsandin” bi nav kir wiha axivî: “Em dikarin AKP’ê bi sekinînin. Divê mirov biçe ser zilmê. Leyla Guven goti bû ‘Çi li derve çi li hundir, wisa bimeşin ser zaliman cesaretê dixwaze’ Ev li xwe kirina cesaretê ne tenê ji bo Peymana Stenbolê divê li dijî yek zilamî bi xwe jî bikevin nava tevgerê.”   PEYMAN DIDE JIYÎN   Endama Koordînasyona Navendî ya Xelasiya Jinan Başak Yeşîlot jî diyar kir Peyman destkeftina jinan e û anî ziman ku peymanê bi penasekirina her cure tundiyê tarîfeke ku bergirî bên girtin xêz kiriye. Yeşîlot, da zanîn ku peyman di pêvajoya aştiyê û pêvajoya şer de jî derbasdar e û wiha got: “Esas armanca peymanê li dijî sûcên li dijî jinan, zarokan û LGBTÎ+’yan bergiriyên pêwîst girtine.”   ‘DESTÊ ME BI BERSINGÊ WE VE YE’   Yeşîlot, bi bîr xist ku ji bo pêyman bê sepandin jinan têkoşîneke dem dirêj meşandiye. Yeşîlot, destnîşan kir ku li gel Peymana Stenbolê bi fermî ye jî her meh bi dehan jin dihatin qetilkirin û wiha axivî: “Em dewleta zilam nas dikin. Em ji dadgehên wê yê zilaman xelat dikin, hêzên wan ên ewlehiyê yên navbeynkar, ji siyasetmedarên wan ên gotin ‘jina lêgerîna tazî lê hat kirin salekê nasekine’ , Serokê Karên Diyanetê yê gotibû ‘Keçikeke 9 salî dikare were zewicandin’ dizanin. Aşkera ye ku ev sazî peymana ku sûcên li dijî jinan tên kirin asteng dike nas nakin.” Yeşîlot, anî ziman ku ji desthilata peyman feskirî re bersiveke jinan heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi têkoşîna kolan û qadan, bi anîna edaletê ya eywanên dadgehê, em ê hemû mafên xwe qezenç bikin. Kesên bi cilên taxim ên destê xwe dirêjî jiyan, maf û destkeftiyên me dikin, destê me bi bersinga we ve ye.”   ÎLANA ŞER   Endama Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn Havva Cûştan jî bal kişand ser peymana ku beyana jinan esas digire û wiha got: “Peymaneke ne tenê li dijî tundiya zilam, peymaneke ku ji bo jin û LGBTÎ+ jî wek hev bin polîtîkayeke bi bandor were meşandine.” Cûştan, diyar kir ku feskirina peymanê li dijî jinan îlana şer, cesaretkirina zilama ne û wiha axivî: “Jin wê bersiva yek zilamî ji niha pê ve li kolanan bidin. Wê jin nîşandana hêrs û biryardariya xwe bidomînin.”   MA / Berfîn Karaman