Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir 2021-03-22 13:05:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Pêşî Jin û Zarokan, li dijî Biryarnameya Serokkomariyê ya feshkirina Peymana Stenbolê, li Şûreya Dewletê doz vekir. Komeleya Pêşî Jin û Zarokan, li dijî Biryarnameya Serokkomariyê ya fehskirina Peymana Stenbolê, li Şûreya Dewletê doza betalkirin vekir.    Di daxuyaniya li ser medya civakî Twîtterê hat parvekirin de wiha hat gotin: “Weke Komeleya Pêşî Jin û Zarokan, me li dijî Biryarnameya Serokkomariyê ya di saet 02.00’yê şeva 20.03.2021’an de feshkirina Peymana Stenbolê îlan kir, îşev saet 02.00’yê şevê li Şûraya Dewletê ji bo betalkirina vê biryarê, doz vekir.”