Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin 2021-03-21 07:51:10   AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, destnîşan kir ku biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê nas nakin û got: "Em ê xwedî li Peymanê derkvin. Em vê biryarê nas nakin û qebûl nakin."    Tirkiye şev nîvê şevê bi biryarnameyeke serokomariyê ji Peymana Stenbolê vekişiya. Lê belê hiqûqnas diyar dikin ku li gor xala 90'emîn û 104'emîn peyman bi biryarnameyê nayê fesixkirin û jinan jî destnîşan kir ku biryara navbirî nas nakin.     Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, destnîşankir ku vekişîna ji peymanê, dê rê li ber tahdeyê veke.    PÊNGAVEKE KU JINÊ HEDEF DIGIRE    Kaya, diyar kir ku Peymana Stenbolê "belgeya mafên mirovan" a jinê ye û got: "Em saziyên ku li dijî tahdeya li jinê tê kirin têdikoşin, vê biryara vekişînê wekî pêşvekirina li tahdeyê pênase dikin. Ev peyman, di warê tahdeya li malê jinan diparêze. Em, bi salan e ji bo ku pêk bê hewl didin. Ji ber ku pêk nayê jin bi tahde, tecawiz û tacizê re rû bi rû dimînin. Û welat di warê tahdeya li jinê tê kirin de veguherî qirkirina jinan. Tiştên wisa diqewimin, lê belê rabûn şev nîvê şevê jê vekişiyan. Ev, pêkanîneke bêhiqûqî ye."    Ê KU DIBE SEDEMA TAHDEYÊ DEWLET E    Kaya, destnîşan kir ku ji ber ku Peymana Stenbolê û qanûna jimare 6284'an pêk nayên berpirsiyarê cinayetên jinan dewlet e û got: "Polîtîkayên bêcezatiyê jî vê qirkirinê zexim dikin. Îqtidar bi polîtîkayên xwe û gotinên xwe tahdeyê û cinayetan zêde dike. Em dibêjin 'tahdeya li jinê tê kirin polîtîk e.' A ku vê bi awayekî sîstematîk hildiberîne jî dewlet e û ev tahde, tahdeyeke rêxistinbûyî ye."    Kaya, destnîşan kir ku ew rêxistinên jinan dê bi tu awayî tawîz nedin û fesixkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin.    BANG LI JINÊN CÎHANÊ KIR    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bîrsen Guneş jî diyar kir ku îqtidar peyamek daye jinan, lê belê dê jin di Newrozê de bersiva vê peyamê bidin.    Guneş, destnîşan kir ku dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin û got: "Ev peyman, di dema pêvajoya çareseriyê de bi têkoşîna jinan bi dest ket. PIştî pêvajo qediya, bi awayekî neyînî li jinan vegeriya. Peymana Stenbolê divê tenê ne di rojeva jinên muxalif de be, divê jinên cîhanê hemû nerazîbûna xw enîşan bidin."