Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e 2021-03-19 13:22:23 ENQERE -Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî vekirina doza girtina partiyê da û got: “HDP, hevgirtina mîrateya jinane.”    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.    Başaran, dest pê kê êrişên li dijî HDP’ê nirxandin û wiha axivî: “Serê vê sibê li tevahiya Tirkiyeyê bi dehan rêveber û endamên me di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî heye. Di demek tam de nîqaşên plana Çalakiya Mafê Mirovan tên kirin de ev binçavkirin çêbûn. Em baş dizanîn ku ev plana çalakiyê plana têkbirînê ye.”    ‘HDP PARTIYA JINAN E’   Başaran, dest nîşan kir ku vîna hevpar a gelan di rojên dawî de, bi êrişên tifaqa AKP-MHP’ê yên dijwar re rû bi rû ye û wiha pê de çû: “Berî du rojan bi hincetên cuda wekîltiya hevalê me Omer Farûk Gergerlîoglû betal kirin. Ev darbeyek dîrokiye. Mîna hemû darbeyên din, darbeya li dijî jiyana hepar a li welate. Ev ne tenê mijara betalkirina wekîlekê û girtina HDP’ê ye. Weke kut ê zanîn HDP ji bo pêşeroja vî welatî şansek mezine. Îro dixwazin vî şansî ji holê rakin. HDP partiya jinan, kedkaran û hemû beşên civakê yên dixwazin dengê xwe bilind bikine. HDP partiya jinane. Îro bi girtina HDP’ê dixwazin darbeyê li têkoşîna jinan bidin. Em bang li hemû jinan dikiln. Werin em bi têkoşîna hevpar xwedî li hişmendiya hevpar derkevin û li dora HDP’ê kom bibin.”   DIVÊ FIKARÊN JI BO ÎMRALIYÊ BÊN DERBAS KIRIN   Başaran, bal kişand ser îdiayên têkildarî jiyana Ocalan jî û wiha bilêv kir: “Em baş dizanîn ku êrişîn heyî pir berfirehin. Ev demek dirêje li Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan tecrîdek mutlaq heye. Birêz Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, yekemîn car bi malbata xwe re hevdîtin bi telefonê kiribû. Di 14’ê Adarê de jî, li ser hin hesabên medya civakî yên anonim, îdiayên têkildarî jiyana Ocalan hatin parvekirin. Di bingeha van fikaran de pergala tecrîdê ya mutlaq heye. Îro li dijî vê tecrîdê li zindanan çalakiya greva birçûbûnê belav bûye. Di vê mijarê de desthilatdarî berpirsiyare. Birêz Ocalan jî mîna hemû girtiyan mafê wî yê hevdîtina parêzer û malbatê heye. Ev maf bi awayekê bêhez û bêhiqûq tê astengkirin. Deqeyek berî deqeyekê divê fikarên hatine avakirin bên derbaskirin û ragihandina bi Ocalan re bê pêşxistin.”   ‘WERIN EM QADÊN NEWROZÊ TIJE BIKIN’   Başaran, banga tevlîbûna Newrozê kir û wiha got: “Werin em li dijî tecrîdê li qadên Newrozê dengê xwe bilind bikin. Em her tim bi berxwedan û têkoşînê, li dijî polîtîkayên qedexe û teslîmgirtinê yên desthilatdariyê derketin û li qadan me ev dengê xwe bilind kir. Emê bi coşa 8’ê Adarê, hîn zêdetir qadên Newrozê tije bikin. Mîna her serdemê, îro jî Newroz roja bilindkirina berxwedan û têkoşînê ye. Werin, em di Newrozê de li dijî tecrîdê dengê azadiyê bilind bikin. Werin em li dijî êrişên li ser HDP’ê dengê xwe bilind bikin. Werin em li dijî rejîma faşîst a ji bo me rewa tê dîtin serî hildin û bertekên xwe nîşan bidin. Werin em roja xwe ronî bikin. Werin em bi hev re li dora HDP’ê bibin xelek. HDP ne partiyeke lewhê û tenê avahiyeke. HDP fikir û ramaneke. Em di wê baweriyê de ne, emê li qadên Newrozê hîn zêdetir vê fikrê belav bikin.”