‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’ 2018-01-25 09:11:14 STENBOL - Piştî bertekên li dijî îstîsmara zayîndî ya 115 zarokên keç, di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de, dest bi îfade wergirtina zarokan hat kirin. Alîkara Seroka Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyê Prof . Dr. Yildiz Akvardar, diyar kir ku dema îfadeya zarokan bê girtin, divê destûr neyê dayîn cardin travma derbas bikin. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kanunî Sultan Suleyman a navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, derketibû holê ku di nava 5 mehan de 115 zarok ji ber îstîsmara zayîndî ducanî mane. Ji van zarokan 39 jê ji Sûriyeyê ne. Piştî bertekên li dijî îstîsmara zayîndî Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmecê lêpirsîn da destpêkirin û dest bi îfadegirtina zarokên 15 salî kir.    Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşan a Stanbolê û Endama Komeleya Pisporên Tipa Edlî Dr. Lale Tirtil û Alîkara Serokê Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyê Prof . Dr. Yildiz Akvardar, diyar kirin ku dê şopdarê vê bûyerê bin.   Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Endama Komeleya Pisporên Tipa Edlî Dr. Lale Tirtil, diyar kir ku divê pêkanînên ku zarokan biparêzin bi cih bên û wiha axivî: “Sererastkirinên ‘zewicandina zû’ yên di Qanûna Cezayê Tirk de bi demê re ji meriyetê hatin rakirin. Berî her tiştî ji bo van zarokan divê serî li bijîşkan bên dayîn. Divê zarok pir baş bên parastin. Ji bo zarok carek din travma derbas nekin, divê lêhurbûnek mezin bê kirin.”    ‘EM Ê DEST JI BÛYERÊ BERNEDIN’   Tirtil, anî ziman ku bi Waliyê Stenbolê re ketine nava têkiliyê û wiha domand: “Ji ber ku alîkarê bijîşk ê wê demê ne li ser kar bû, me agahiyên baş bidest nexistin. Ji ber ku rewşa xebatkara Nexweşxanê Îclal N. ji dozgeriyê re hat ragihandin, du caran cihê erka wê guhertin. Ev yek nayên qebûl kirin. Em nikarin dest ji vê bûyerê berdin û ev luksa me jî tune ye. Parêzvanên mafên zarokan di vê mijarê de pir bifikarin. Ji bo zarok zirarê nebinin, difikirin ku pêkanînên erênî bên kirin. Lê di 10 salên dawî de pergaleke ku hatî guhertin heye. Ji Wezarea Tenduristiyê bigirin heya Wezareta Dadê, ji Diyanetê bigirin heya Wezareta Malbatê ji bo parastina zarokan tu pêkanîn tune ye.”     'DIVÊ PÊŞIYA CARDIN ZAROK TRAVMÊ BIJÎN BÊN GIRTIN’   Alîkara Serokê Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyê Prof . Dr. Yildiz Akvardar jî, diyar kir ku dema îfadeya zarokan bê girtin, divê destûr neyê dayîn cardin zarok travmê derbas bikin û wiha axivî: “Em nizanin ev zarok çawan rastî îstîsmarê hatine. Lê di her rewşê de van zarokan travma derbas kirin. Zarok pir zû rastî travman tên ji ber temenê xwe yê biçûk. Ji ber vê yekê divê di huzira pedogogan, derûnasan û psîkiyatrayên zarokan de îfadeya zarokan bên girtin.”   Akvardar, da zanîn ku ew ê ji nêz de vê bûyerê bişopînin û wiha got: “Di piştgiriya derûnasan de jî ew ê li gel zarokan cih bigirin.”   MA / Necla Demîr