‘Em ê yekîtiya azadiya jinên li Afrînê şîn bûyî biparêzin’ 2018-01-24 13:01:16 ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê, diyar kirin ku dê yekîtiya azadiya jinê, wekhevî û demokrasiya gelan a li Efrînê şîn bûyî biparêzin.  Meclîsan Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê, der barê operasyonên TSK'ê ya li dijî Efrînê daye destpê kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Jinan diyar kir ku siyaseta şer winda kir û li dijî wê Kobanê qezenc kir û dê Efrîn jî qezenc bike. Meclisa Jinê di daxuyaniyê de wiha got: “Em ê yekîtiya azadiya jinê, wekhevî û gelên demoratîk ên li Efrîn û Rojava şîn bûyîn biparêzin.  Desthilatdariya AKP’ê her roj bi medya xwe, bi daraza xwe raste rast êrîşî destkevtiyên jinan dike û dixwaze van êrîşan di civakê de bide qebûl kirin. AKP ji derveyî kuştin û şer tu pêşerojek pêşkêşî gelên li Tirkiyeyê û jinan nake. AKP û MHP ji pêvajoya 7 Hezîranê û vir ve polîtîkayên şer ên li ser kurdan ji bo xwe kiriye xercê herî bingehîn ê koalîsyonê. Bi vê yeke xizmeta projeya yek zilamtî û sazibûyana faşîzmê dikin. Welat kirin nava şerekê ku bi dehan sal rû bide û hemû gel bi qedera wê re rû bi rû hiştin.”   ‘EM Ê YEKÎTIYA AZADIYA JINÊ BIPARÊZIN’    Meclîsa Jinê, diyar kir ku ev êrîş li dijî gelane û wiha got: “Ev êrîş li dijî demokrasiya gelan, wekhevî, jiyana azad a jinê, têkoşîna wekheviyê, aştî û heviyane. Em jin, dê nebin hevkarên desthilatdariya AKP-MHP. Bêguman li dijî vê hişmendiyê, em ê yekîtiya azadiya jinê, wekhevî û gelên demoratîk ên li Efrîn û Rojava şîn bûyîn biparêzin.”   ‘EM DIBÊJIN NA, ÊDÎ BESE’   Meclisa Jinê herî dawî destnişan kir ku rayedarên dewletê gefên  wêrankirin, talankirin û binpêkirinê  dixwin û wiha got: "Kesên li dijî vê êrîşê derdikevin terorîst îlan dikin, çeteyên xwe li kolan û koçeyan belav kirin û tundî  zêde kirin. Em ji vê re ‘Dibêjin na, êdî beşe.’ Li dijî êrîşa Efrînê derketin, di heman demê de li dijî faşîzma bi sazî bûyî, dîktatoriya yek zilam û şerê li dijî gelan derketin e. Em li gel, gelê Efrînê ne, em xwedî berxwedana Efrînê derdikevin.”