Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin 2021-03-09 11:00:49   AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi wesîleya 8’ê Adarê bi navê “Fanjin” kovareke dîjîtal weşand.    Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi navê “Fanjin” kovareke dîjîtal amade kir û weşand. Di kovarê de nivîs, helbest, resm û fotografên parêzerên jin cih digire. Tê payîn ku di demên pêş de kovar berfirehtir were weşandin.