‘Em ê bi nasnameya xwe ya LGBTÎ+î dakevin Taksîmê 2021-03-07 09:04:16   STENBOL - Pêkhateyên Meclîsa HDK LGBTÎ+ anîn ziman ku dê di 8'ê Adarê de li Taksîmê di korteja Trans+ de cih bin.   Endamên Hewldana Meclîsa HDK LGBTÎ+ ku dê di nêz de di bin banê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de damezrandina meclîsa xwe aşkere bikin, destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkayên dijminatiyê dakevin qadên 8'ê Adarê.    Ji Meclîsa HDK LGBTÎ+ Yildiz Îdîl Şen, em aktivîstên LGBTÎ+ yên kurd, di nava gelek sazî û komeleyan de cih nagirin û got: "Gelek pêkhateyên me an jî aktivîstên meclîsa me nikaribûn di nav komele an jî saziyan de cih bigirin. Me jî xwest em tevgera LGBTÎ+ bidin destpêkirin, li kuçeyan. Em ê di nêz de aşkere bikin."    Şen, da zanîn ku ew Helwedana Meclîsa HDK LGBTÎ+, dê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Şen, diyar kir ku wê kortejeke jinên trans çêbikin û wê di 8'ê Adarê de bi nasnameya xwe, bi vê bi kortejê dakevin Taksîmê û got: "Em li benda hemû transan, LGBTÎ+ya ne."    Ji pêkhateyên Hewldana Meclîsa HDK LGBTÎ+ Havîn Ozcan jî destnîşan kir ku di demên dawî de gelek kesên LGBTÎ+ hedef hatine girtin. Ozcan, bilêv kir ku her wiha ji ber ku kurd in jî hedef hatine girtin û dê di 8'ê Adarê de qadan tije bikin.    Rûkan Atçeken jî got: "Em li benda hemû kesên ku dibêjin em feminîst in. Bila di 8'ê Adarê de tevli korteja me ya Trans+ bibin."