Ne tenê rojek, her roj têkoşîn 2021-03-05 09:00:53 MÊRSÎN - Nûnerên jin ên partî û rêxistinên civaka sivîl ên Mêrsînê ku amadekariyên 8'ê Adarê dikin gotin: "Her roja me roja berxwedanê, her roja me roja têkoşînê ye û em ê li dû xwe kesî nehêlin û bimeşin."  Li Mêrsînê jî amadekariyên ji bo 8'ê Adarê bênavber didomin. Ê jin bi pêşengiya Platforma Jinê di 8'ê Adarê saet di 18.30'yî de li Qada Beşîktaşê li hev kom bibin û wê di Meşa Şevê ya Feminîst de daxwazên xwe biqîrin.    Seroka Komeleya Jinê ya Mîmozayê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku 8'ê Adarê ne "pîrozbahî", roja "bîranîn û berxwedanê ye".    HER ROJ BEXWEDAN    Goksoy, destnîşan kir ku dê qîrna 129 jinên hatine kuştin veguhêzînin siberojê û got: "Ji pîrozbahiyê bêtir, em ê ji bo bilindkirina serîhildana xwe li qadan bin. Em tenê ne di 8'ê Adarê de, di 365 rojên salê de bi berxwedanê tevdigerin. Her roja me roja berxwedanê, her roja me roja têkoşînê ye û em ê li dû xwe kesî nehêlin û bimeşin. Em li dijî feraseta rolên cinsî yên civakî û feraseta bavkaniyê û li dijî tahdeyê em jinan vedixwînin qadan."    PARASTINA DESTKEFTIYAN    Endama Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê Zeynep Benlî, bibîr xist ku polîtîkayên jinan nayên hesibandin û li malê û qadên giştî de jin tên kuştin. Benlî got: "Jin, ji bo parastina destkeftiyên xwe ê têkoşîna xwe bidomînin."    BIRYAR A JINA YE    Endama Piştevaniyê ya Morê Ayşegul Goçmen jî got: "Di dema pandemiyê de ligel pirsgirêkên jiyana karî, li malê jî barê jinan zde bû û keda wan tê binpêkirin. Lewma 8'ê Adarê ji bo bedena me, mafên me, azadiya me û jiyana me ye û rojeke ku em ê bibêjin 'biryar a me ye.'"    PERGALA HEVSEROKATIYÊ    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Gulbahar Şofer jî destnîşan kir ku li malê, li kuçeyê û li qadên giştî jin bi feraeta serdest a bavkaniyê re rû bi rû dimînin. Şofer, bilêv kir ku li gor rolên civakî ên heyî, feraseta 'siyaset karê mêra ye' heye û got: "Jin jî ji bo di qada siyasetê de mafê wê û mêr wekhev bin, têdikoşe. Ev jî berpirsiyarî û bar zêdetir dike. Tekane partiya ku ev feraset têk şikandiye HDP  ye. Tekane partiya ku bûye partiya jinan, HDP ye."    Şofer, bang li jinan kir ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û bitêkoşin.