Hosteya înşeatan Dûrû 2021-03-04 09:01:02 MÛGLA - Dûrû Tumer ku rolên cinsî yên heyî tarûmar kiriye, karê boyaxkirina avahiyan dike. Bi vî awayî bûye "Hoste Dûrû" ya înşeatan. Tumer got: "Ji bo ku wêrekiya derketina ji qada ewleyî, li mirov peyda bibe, pêdivî bi hêzeke dahfdayînî heye. Hêza ku min ber bi vê tercîhê ve dahf da, lêgerîna ji bo azadiyê bû."  Hin kar hene di çarçoveya rolên cinsî yên civakî de wekî "karê jinan" û "karê mêran" hatine kodkirin. Lê belê li navçeya Bodrûm a Mûglayê Dûrû Tumera 44 salî ev kod û rplên cinsî yên civakî tarûmar kirine.    Tumer ku Beşa Kargeriyê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê kuta kiriye, bi salan di saziyên taybet û fermî de xebitiye. Di sala 2006'an de zewiciye û zarokek wê çêbûye. Di sala 2009'an de wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye. Piştî devjihevberdanê tevî kurê xwe maye. Çendî ku di gelek karan de xebitîbe jî, lê belê pîşeya ku jê hez dike karên înşeatê bûye û ji bo vê zend û bend badane û li înşeatan dest bi karê boyaxkirin û sewaxkirinê kiriye û niha li Bodrûmê wekî "Hoste Dûrû" tê naskirin.   Tumer, diyar kir ku hê ji zarokatiya wê ve karên ku wekî "karên mêran" hatine kodkirin bala wê kişandine û got: "Li malê min amûrên ceryanê temîr dikirin. Di civatê de zarokên keç, tim hewl didin xwe îspat bikin. Ji lew re ferasetek heye; karên giran, karên mêran e. Lê ez dibêjim ev kodkirineke j dema zarokatiyê maye. Min xwest bibêjim, 'Ez keçek im, lê dikarim bikim' û min kir jî."    HOSTEYA ÎNŞEATAN    Tumer, anî ziman ku bi salan li saziyên taybet û fermî xebitiye, lê belê xeyala wê ya zarokatiyê jî boyaxkirin-sewaxkirinê bûye. Tumer, bilêv kir ku ji ber vê dev ji karên din berdaye û got: "Rojekê min ji dêya xwe re got, 'ez dixwazim karê boyaxê bikim.' Ne bi dilê dêya min bû ku dev ji karê xwe berdim. Lê belê, min xistibû serê xwe. Lewma dizanibû ez ê bikim. Min dev ji karê xwe îstifa kir. Paşê min rahişt çakûç û li înşeatan dest bi karê kêrtkirina dîwaran kir."    Tumer, diyar kir ku zirbavê wê jî hosteyê boyaxê bûye û li cem hosteyên zirvabê xwe dest bi karê boyaxê kiriye. Tumer, bilêv kir ku piştî demeke kurt êdî bi tena serê xwe boyax kiriye û got: "Ji ber ku min karekî nişmî dikir, di demeke kurt de hatim naskirin. Êdî min bi xwe kar peyda dikir. Karê ku min ewilî peyda kir, dîwarên dibistaneke seretayî bûn. Ev ji bûbû cihê kelecaniyeke pir mezin. Paşê gava kar zêde bû, vê carê min jinek jî anî cem xwe."    LÊGERÎNA JI BO AZADIYÊ   Tumer, destnîşan kir ku heger karê boyaxê nekirina dê karê kaportasazî an jî karê qeynaxê bikira û got: "Ji bo ku wêrekiya derketina ji qada ewleyî, li mirov peyda bibe, pêdivî bi hêzeke dahfdayînî heye. Hêza ku min ber bi vê tercîhê ve dahf da, lêgerîna ji bo azadiyê bû. Heger di karê xwe de ne hilberîner bim û min têr neke, nexwe tu wateya wî karî tune ye. Gava her roj heman tiştî dubare bikim, xwe wekî robotan hîs dikim. Li saziyên fermî û taybet wisa bû. Lê min nikaribû li gor pîvanan hereket bike. Yan, niha ez azad im û kengî bixwazim kar peyda dikim û dixebitim."    XEYALEKE HEVPAR   Her wiha Tumerê, destnîşan kir ku piştî ku hatiye naskirin gelek jin telefonî wê kirine û jê xwestine pê re bixebitin. Tumer got: "Her ku hatim naskirin, êdî ji bajarên din jî telefonî min dikirin. Tew ji sitareyên jinan jî telefonî min dikirin. Fîrmayekê di warê pîşeyî de em perwedekirin. Paşê belge dan. Em 5 jin li qadeke navenda danûstendinê ya nedihat bikaranîn hatin pererdekirin. Di warê boyaxkirin, siwaxkirin, alçî û amûran de me belgeyeke navdewletî wergirt. Xeyala min û van jinan ew e ku em şîrketekê ava bikin."    Tumer got: "Jin, divê ji qadên ewle derkevin û hêza xwe bibînin. Em jin, ne muhtacî tu kesî ne. Em ji mran bihêztir û serketîtir in. Divê em wê baweriya xwe ya hatiye tepisandin, bidin der. Ji bo vê jî divê em li neynikê binerin û wê jinê bibînin."    MA / Esra Solîn Dal