Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin 2021-03-03 09:28:33   MÛŞ - Li Mûşê Kazim Altinmakas hevjîna xwe Fatmay Altinmakas kuştibû. Di îdianameya derbarê bûyerê de hat amadekirin ji bersûc Kazim Altinmakas re cezayê girankirî yê heta hetayê tê xwestin.    Li navçeya Melazgirê ya Mûşê Fatma Altinmakas di nava malbatê de bi destdirêjiyê re rûbirû mabû. Giliyê malbatê kiribû. Pişt re hevjînê wê Kazim Altinmakas di 14’ê tîrmeha 2020’an de ew qetil kiribû. Lêpirsîna derbarê qetilkirinê de temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Panosa Agiriyê derbarê bûyerê de îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Panosê qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin bersûc Kazim Altinmakas ji sûcê “bi qestî hevjîna xwe kuştiye” were cezakirin.    ÎFADEYÊN BI NAKOKÎ   Di îdianameyê de îfadeyên Altinmakas ên li Miduriyeta Polîsan û dozgeriyê daye cih digirin. Kazim Altinmakas di îfadeyên daye de emniyetê de bi nakokî ne û behsa ku çawa hevjîna xwe qetil kiriye dike. Altinmakas di îfadeyên daye dozgeriyê de jî îdia dike ku ew nizane çawa hevjîna xwe qetil kiriye û dibêje ku ew “poşman” e. Di îfadeya di 8’ê cotmeha 2020’an de daye jî îdia kiriye ku birayê Fatmayê M.N.A. cînayetê pê daye kirin.   CEZAYÊ GIRANKIRΠ   Bersûc Kazim Altinmakas ê her çiqas di îfadeyên xwe de dixwaze ji sûcê kiriye were rizgarkirin jî lê dozgeriyê di îdianameyê de xwestiye ji sûcê “bi qestî hevjîna xwe kuştiye” cezayê girankirî yê heta hetayê lê were birîn.    Danişîna ewil a dozê wê di 30’ê adarê de li Dadgeha Panosê were lidarxistin.