TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist 2021-03-02 13:40:47 ŞIRNEX - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de TJA'yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarcoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşmeye "Li dijî qirkirina jinê jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li avahiya HDP'ê bernameya dengbêjiyê li dar xist. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bernameyê bûn. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî bernameyê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.    'EM Ê HETA 8'Ê ADARÊ LI QADAN BIN'    Di bernameyê de li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Zozan Înan axivî. Înan, di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya 8'ê Adarê û wiha got:" Hûn dizanin em rojên dîrokî re derbas dikin. Me jinan sala 2020'an jî bi qirkirina jinan derbas kir. Weke tevgera jin em îro di çarçoveya 8'ê Adarê de li Cizîrê kom bûn. Bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyanê li dijî tecrîtê azadiyê diparêzin" me dest bi xebatên xwe kir. Ji Sarayan xeta Rosayan me têkoşîna xwe heta roja îro anî û em didomînin. Têkoşîna me her tim wê bi awayekê çalak bidome. Me li kolanan got ji zilma dewletê û mêr re 'Êdî bes e' û em jin wê heta 8'ê Adarê li qadan bin.”   Bername bi gotina klaman û girtina govendê bi dawî bû.