Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn 2021-03-01 13:20:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Şenol Ş. li Bûrsayê û Necatî O. li Enqerê du jin bi giranî birîndar kirin. Necatî O. piştî bûyerê hat binçavkirin û Şenol Ş. jî, ji cihê bûyerê revaiya.    Li taxa Ovaakça ya navçeya Osmangazî ya Bûrsayê, di navbera Şenol Ş. û Songul U. (33) nîqaş derket. Şenol Ş. dûre tundî li Songul U. kir û bi çekê birîndar kir. Şenol Ş. ê ku Songul bi giranî birîndar kir, ji cihê bûyerê reviya.   Hat diyarkirin ku Sonul U. ya ji piyê xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Bûrsayê. Hat hînbûn ku talokeya jiyana Songul U. heye.    ENQERE    Li taxa Îstasyonê ya navçeya Sîncan a Enqerê jî, Gulîzar O., rastî êrişa Necatî O. yê hev berdabûn hat. Hat destnîşan kirin ku Gulîzar O. ya rakirin nexweşxanê, talokeya wê ya jiyanê heye. Necatî O. yê Gulîzar bi giranî birîndar kir, piştî bûyerê hat binçavkirin.