Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir 2021-03-01 13:03:46 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bernameya xwe ya çalakiyên di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi şîara "Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê" li dar bixe, aşkere kir   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya xwe ya çalakiyên di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dar bixe, aşkere kir. Meclîsa jinan bi boneya 8'ê Adarê wê heya heftiyekê bi şîara "Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê" her cure çalakiyan li dar bixe û dengê xwe bilind bikin. Meclîsa Jinan, dê li Êlih, Mêrsîn, Îzmîr, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Aydin, Kocaelî, Stanbol, Amed, Wan, Edene û Enqerê meşên girseyî û mîtîngahan pêk bîne.    Bernameya 8'ê Adarê ya Meclîsa Jinan HDP'ê wiha ye:   EDENE    1'ê Adarê: Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê wê li ber avahiya navçeyê balonên mor bifirînin, bi vî rengî dest bi 8'ê Adarê bike. 2'ê Adarê: Li navçeya Ceyhanê wê şahiya jinê bê lidarxistin. 3'ê Adarê: Platforma Jinê ya Edeneyê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo piştevaniyê wê qertan ji jinên girtî re bişînin. 4'ê Adarê: Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê wê govend bê gerandin û dengbêj hunera xwe pêşkêş bikin. 5'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Edeneyê re wê li kolana Çandê starta 8'ê Adarê bê dayin, piştre belavok bên belavkirin. 8'ê Adarê: Tevî Platforma Jinê ya Edeneyê û TJA'yê wê li qada Ûgûr Mûmcû meş û mîtînge were lidarxistin.   MERSÎN   1'ê Adarê: Bi xeleka mor û dowîzan wê 8'ê Adarê dest pê bike. 3'ê Adarê: Li navçeya Akdenîzê wê şahî bê lidarxistin. 4'ê Adarê: Li Tarsûsê dîwana dengbêjiyê wê bê danîn. Ji bo girtiyan jî wê tevî ÎHD'ê qert bên şandin. 5'ê Adarê: Li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê wê sînevîzyon bê nîşandan, tevî Platforma Jinê ya Mersînê daxuyaniyeke hevpar bê dayin, kursiya azad bê danîn. 8'ê Adarê: Tevî Platforma Jinê ya Mersînê wê Meşa Şevê ya Femînîst bê lidarxistin.   OSMANIYE   8'ê Adarê: Meclîsa Jinê ya Osmaniyeyê ya HDP'ê wê şahiya bafirokan bê lidarxistin. Li avahiya partiyê jî sînevîzyon bê nîşandan, muzîk bê pêşkêşkirin.   ÊLIH   2'ê Adarê: Li navçeya Kercewsê wê serdana karkerên jin ên tekstîlê bê kirin. 3'ê Adarê: Li Hezroyê wê qert ji girtiyan re bê şandin. Li navçeya Qubînê jî serdana jinên li karê tekstîlê dixebitin bê kirin. 4'ê Adarê: Li bajarokê Bakirxanê hevdîtina jinê pêk were. 5'ê Adarê: Li navçeya navendî şahiya jinan, serdana esnafan wê bê kirin. 8'ê Adarê: Li Êlihê wê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê meş bê lidarxistin.   SEMSÛR   1'ê Adarê: Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê wê dest pê bikin. 8 rojan wê li 8 navçeyan serdana jinan bê kirin. 5'ê Adarê: Li navçeya Kahtayê daxuyanî bê dayin. 8'ê Adarê: Platforma Jinê ya Semsûrê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê çalakiyê li dar bixin.   MÊRDÎN   1'ê Adarê: Li Parka Aştiyê ya Nisêbînê çalakiyên 8'ê Adarê wê dest pê bikin. 2'ê Adarê: Li Qoserê wê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî hebe. Li Dêrikê jî serdana esnafên jin bê kirin. 3'ê Adarê: Li Dêrik û Nisêbînê şahî bên lidarxistin, li Mêrdîn a kevn jî wê qurnefîl bên belavkirin. 4'ê Adarê: Li Şemrexê kombûna jinê, li taxa Kortekê ya Artûklûyê ji bo jinên girtî balon bên firandin, li Qoserê jî wê çalakiya xeleka mor hebin. 5'ê Adarê: Li Artûklûyê wê ji bo jinên girtî qert bên şandin, li Kerboranê şahî hebe û serdana bazarê bê kirin. 6'ê Adarê: Li Qoserê li qada Azadiyê qurnefîl bên belavkirin, li Stewrê li gundê Avınayê kombûna jinê wê pêk were. 8'ê Adarê: Li Mêrdîn a kevn wê çalakiya fînalê pêk were.   SÊRT   1'ê Adarê: 8'ê Adarê wê bi serdana esnafên jin dest pê bike. 2'ê Adarê: Kombûna jinê pê were, serdanên malan, serdanên jinên li karê tekstîlê dixebitin wê hebe. 3'ê Adarê: Wê serdana jinên karkerên çandiniyê bê kirin. 4'ê Adarê: Li Misricê wê kombûna jinê hebe, serdana jinên kedkarên tekstîlê bê kirin. 5'ê Adarê: Li gundan kombûna jinan. Li navçeya Baykanê wê serdana malan bê kirin. 6'ê Adarê: Çapemeniya xwecihî û esnafên jin wê bên ziyaretkirin. Li taxan jî wê serdana malan hebin. 7'ê Adarê: Li bazara taxê wê serdana esnafan bê kirin, qurnefîl bên belavkirin û ji bo 8'ê Adarê bang bê kirin. 8'ê Adarê: Li avahiy HDP'ê ya Bajêr wê şahî bê lidarxistin.   RIHA   1'ê Adarê: Çalakiyên 8'ê Adarê wê li Parka Alî Şellî dest pê bikin. 2'ê Adarê: Li dijî talana ekolojiyê û qirkirina jinê wê şitil bên çandin. Li navçeyan hemûyan wê ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê bên şandin. 3'ê Adarê: Li Pirsûsê wê konvoya 'Jin a Mor' pêk were. Li navenda bajê qurnefîl li jinan bên belavkirin. Li rêxistina navçeyê kombûna jinê wê pêk were. 4'ê Adarê: Li Serêkaniyê wê serdana kedkarên jin ên tekstîlê bê kirin, qurnefîl bê belavkirin. Li Wêranşarê qurnefîl wê bê belavkirin. 5'ê Adarê: Li Xelfeetiyê ji bo jinên hatin qetilkirin wê qurnefîlan deynin nava Çemê Firatê, balon bên firandin û kombûna jinan wê pêk were. 8'ê Adarê: Li navenda bajêr wê şahî bê lidarxistin.   DERSIM   1'ê Adarê: Bi kombûna jinê wê 8'ê Adarê dest pê bike. 8'ê Adarê: Li dijî gotinên nefretê, li dijî lêgerîna bi rengê tazîkirî û li hemberî tundiya zayendî wê çalakî bên lidarxistin.   AMED   1'ê Adarê: 8'ê Adarê wê li Parka Xezal bi daxuyaniyê dest pê bike, piştre qert ji girtiyên jin re bên şandin. 2'ê Adarê: Li Çinarê kombûna jinê wê pêk were. 8'ê Adarê: Li qada Stasyonê wê mîtîng were lidarxistin.   ŞIRNEX   1'ê Adarê: Li navçeyan hemûyan wê ji jinên girtî re qert bên şandin. Li bajarokê Kûmçati wê qurnefîl bên belavkirin û kombûna jinan pêk were. 2'ê Adarê: Li Cizîrê bernameya dengbêjan, li Silopiyayê jî wê qurnefîl li Dayikên Aştiyê bê belavkirin. 3'ê Adarê: Li bajarokê Balvegerê li dijî tundî û zexta li jinê wê hevpeyvîn pêk were. 4'ê Adarê: Li Şirnexê wê serdana esnafan bê kirin, qurnefîl bê belavkirin, serdana goristanan bê kirin. Li Silopiyayê wê qurnefîl li esnafên jin bên belavkirin. 5'ê Adarê: Li Qilabanê wê serdana goristanê bê kirin, qurnefîl bê belavkirin û serdana dayikên Roboskî bê kirin. 5'ê Adarê: Li Silopiyayê wê şahî hebe.   DÎLOK   8'ê Adarê: Li pêşiya girtîgeha ku jin lê girtî ne wê daxuyanî bê dayin.   ÎZMÎR   2'ê Adarê: Li navçeya Alîaga li taxa Helvaci wê belavok bên belavkirin. 3'ê Adarê: Li navçeya Karşiyakayê wê belavok bê belavkirin. 4'ê Adarê: Li taxa Şemîklerê ya Karşiyakayê belavok bên belavkirin. Li Çeşmeyê belavok û qurnefîl bê belavkirin. Li navçeyên Balçova, Narlidere, Guzelbahçe û Ûrlayê wê serdana keştiyên masîgiran bê kirin. 5'ê Adarê: Li Torbaliyê wê serdana karkerên çandiniyê bê kirin, qurnefîl û belavok bên belavkirin. Li Bûcayê wê li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê ji bo jinan taştê bê dayin. Li Konakê jî kursiya azad bê danîn. 8'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya bajêr wê çalakî bê lidarxistin. Li Alîagayê belavok bê belavkirin, li avahiya rêxistina HDP'ê ya Karşiyakayê taştê bê dayin, qurnefîlan wê deynin nava deryayê. Tevî Platforma Jinê ya Îzmîrê wê li ber OSYM ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan meş bê lidarxistin.   AYDIN   2-3-4'ê Adarê: Serdana jinên karkerên çandiniyê bê kirin. 8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Aydinê re wê li qada bajêr meş bê lidarxistin.   ANTALYA   1'ê Adarê: Li kolaka Egîtîm-Senê ya Antalyayê wê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê bang bê kirin. Li taxa Şafakê çalakiyên 8'ê Adarê li parkê dest pê bikin. 4'ê Adarê: Li Şaxê Gulluk a PTT'ê wê qertê piştevaniyê ji girtiyên jin re bên şandin. 5'ê Adarê: Li Kepezê wê fîlm bê nîşandan, kombûna bi jinan re pêk were. 8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê re meşek bê lidarxistin.Li Uçkapilarê Meşa Şevê ya Femînîst wê hebe.   DENÎZLÎ   8'ê Adarê: Bi Platorma Jin bi hev re xurt e wê li Parka Candoganê daxuyanî bê dayin û piştre jî ber bi avahiya şardariyê ve meşek bê lidarxistin.   COLEMÊRG   1'ê Adarê: Li navenda bajêr wê 8'ê Adarê dest pê bike û qertên piştevaniyê ji girtiyan re bên şandin. 2'ê Adarê: Li navçeya Çelê wê serdana esnafên jin bê kirin û qurnefîl li wan bê belavkirin. 3'ê Adarê: Li gundê Aşûtê yê Çelê wê panel bê lidarxistin. 4'ê Adarê: Li Şemzînanê wê qurnefîl bên belavkirin. 5'ê Adarê: Li Geverê şahiya jinan wê hebe.   WAN   1'ê Adarê: Li Erdîşê wê 8'ê Adarê dest pê bike. 2'ê Adarê: Ji girtiyan re wê qertên piştevaniyê bên şandin û serdana malbatên wan bê kirin. 3'ê Adarê: Li Artemetanê, Sarayê û Qelqeliyê panel bên lidarxistin. 4'ê Adarê: Li navçeyên Armûşê û Westanê panel hebin. 5'ê Adarê: Li navenda bajêr panel bê lidarxistin, piştre qurnefîl bên belavkirin. 6'ê Adarê: Di çarçoveya hunera destan a jinan wê malzemeyên wan bên nîşandan. 8'ê Adarê: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'ê mîtînga herêmê bê lidarxistin.   MÛŞ   5'ê Adarê: Wê serdana jinên kedkarên tekstîlê bê kirin, qurnefîl bê belavkirin.   AGIRÎ   1'ê Adarê: Li navenda bajêr wê 8'ê Adarê dest pê bike, piştre jî qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re bên şandin. 2'ê Adarê: Li navçeya Patnosê wê kombûna jinan hebe. 3'ê Adarê: Li navçeya Bazîdê kombûna jinê, li Îshak Paşa jî bi koma erbanê wê balon bên firandin. 4'ê Adarê: Li navenda bajêr wê qurnefîl û belavok bên belavkirin, serdana esnafan bê kirin. Li Giyadînê wê qurnefîl bên belavkirin û serdana malbatan bê kirin. 5'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya bajêr wê şahî bê lidarxistin.   ÎDIR   1'ê Adarê: Li navenda bajêr wê starta 8'ê Adarê bê dayin, piştre jî qert ji girtiyên jin re bê şandin. 4'ê Adarê: Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn wê panel bê lidarxistin.   ENQERE   1'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya bajêr wê starta 8'ê Adarê bê dayin. 5'ê Adarê: Li Eetîmesgûtê di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' panel bê lidarxistin. 8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Enqereyê re wê li qada Sakaryayê mîtînga fînalê pêk were.   ESKÎŞEHÎR   8'ê Adarê: Li taxa Yildiztepeyê wê daxuyanî bê dayin. Bi Platforma Jinê ya Eskîşehîrê re wê ji Esparkê heta Adalar Mîgrosê meş bê lidarxistin.   STENBOL   1'ê Adarê: Di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' wê ji ber rêxistina HDP'ê ya Bakirkoyê heta qada Azadiyê meşek bê lidarxistin û 8'ê Adarê bi vî rengî dest pê bike. 2'ê Adarê: HDK, TJA, HDP wê li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bide. Li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê wê şahî pêk were. 5'ê Adarê: Li Kadikoyê wê mîtîngek bê lidarxistin. 8'ê Adarê: Li Taksîmê wê Meşa Şevê ya Femînîst a kevneşop bê lidarxistin.   BALIKESÎR   5'ê Adarê: Bi mijara 'Qirkirina jinê û xizaniya jinê' panelek bê lidarxistin. 8'ê Adarê: Bi rengekî girseyî daxuyanî bê dayin.   KOCAELÎ   3'ê Adarê: Li bazara Dîlovasi wê belavok bê belavkirin. Li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Dîlovasi wê sînevîzyon bê nîşandan. 5'ê Adarê: Ji bo piştevaniyê wê serdana karkerên jin ên li Mîgros Depoyê bê kirin. 8'ê Adarê: Tevî Însiyatîfa Peymana Stenbolê û Platforma Jinê ya Kocaeliyê wê broşur bên belavkirin. Lîstika şano ya Frîda wê bê nîşandan. Ber bi Parka Mafên Mirovan wê meşek pêk were.   YALOVA   2'ê Adarê: Qertên piştevaniyê wê ji jinên girtî re bên şandin. 8'ê Adarê: Tevî Egîtîm Sen û Platforma Jinê ya Yalovayê wê daxuyaniyeke hevpar bê dayin.   BÛRSA   8'ê Adarê: Li Înegolê wê bi jinan re taştê bê kirin. 8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Bûrsayê re wê meş bê lidarxistin.