Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî! 2021-02-28 09:19:06   AMED - Jinên Kurd, ji destpêka sala 1919’an ve li dijî hişmendiyên serdeman bi têkoşîna xwe heya roja îro hatin û bi sedhezaran jinan re 8’ê Adarê pîroz dikin. Jinên ku hem têkoşîna nasnameya xwe û hem jî wekheviyê didin, her sal bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” pêşengiya berxwedanê dikin.     Meha Adarê sembola ji nû ve zayîn û avakirinê ye û weke “dîroka jinê” tê pênasekirin. Meha Adarê di nava civakê, siyaset û jiyana kar de bi serkeftinê tê pîrozkirin. Di vê mehê de, newekheviya zayendî tên ser ziman, çalakî û bernameyên cur bi cur tên lidarxistin. Yek ji aktorên herî girîng ên têkoşîna jinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bêguman Tevegera Jinên Kurd e. Jinên Kurd ên li tevahiya cîhanê xwedî berxwendanek mezinin, gelek destkeftiyên girîng bi dest xistine.    Jinên Kurd ên li dijî baviksalariya di nava civakê de û serdestiya dewletê, ligel hemû qedexe û astengiyan jî têkoşîna xwe bi rêve dibin, di sala 1919’an de bi Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd ketin rê. Di sala 1970’an de Komeleya Jinên Demokratîk ên Şoreşger (DDKAD) avakirin. Piştre jî, di sala 1987’an de Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWEK) hat avakirin. Têkoşîna jinên Kurd a heya salên 90’î dewam kir, ligel êrîş, zext û qedexeyan jî heya roja îro dewam kir û bi awayekê herî xurt bi sazî û dezgehên xwe, bi reng û dengê xwe, bi vîn û baweriya xwe 8’ê Adarê pîroz dikin.   YEKEMÎN 8’Ê ADARÊ    Cemiyeta Tealî Jinên kurd ku yekemîn têkoşîna rêxistinbûyîna jinên Kurde, di sala 1919’an li Stenbolê hat avakirin. Cemiyeta jinan, ne tenê ji bo mafê jinan, di heman demê de bi armanca avabûna hişmendî û zanistan neteweyî hat avakirin. Piştî Cemiyetê 58 salan, li Amedê di 29’ê Mijdara 1977’an de, Komeleya Jinên Demokratîk a Şoreşger (DDKAD) hat avakirin.    Jinên ku bi awayekê aktîf xebatên xwe bi rêve dibirin, mîtîng lidar xistin, mal bi mal digeriyan û civîn pêk di anîn. DDKAD’ê, ji bo perwerdeya zimanê zikmakî jî gelek xebat bi rêve birin. Yekemîn pîrozkirina 8’ê Adarê jî, ji aliyê jinên Kurd ên komeleyê ve hat kirin.     BASKÊN JINAN    Yekîneyên jinan ên di partiyên siyasî de jî, di 11’ê Gulana 1994’an de din ava Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) de hat avakirin. Yekîneya baskên jinan a duyemîn jî di navbera salên 1990’an de hat avakirin. Bi tevlîbûna jinan re, HADEP’ê yekemîn car di sala 2000’an, di kongreya xwe ya lidar xist de, rêxistinbûyîna taybet a baskên jin û ciwanan tam avakir. Di heman demê de, di kongreyê de, bi madeya 4’emîn re rêziknameya pîvana “cihêkariya pozîtîf” hat pêşxistin.    MÎTÎNGA YEKEMÎN   Jinên Kurd piştî salên dûr û dirêj, bi navê xwe yê rêxistinkirî, yekemîn car di sala 1997’an de, di mîtînga lidar xist de, 8’ê Adarê pîroz kir. Ji Banê Xemrî heya Dûşemê, ji Pirtûkxaneya Jinan bigirin heya Derdora Jinên Femînîst, gelek komên jinan û jinên HADEP’î bi daxwazên xwe beşdarî mîtîngê bûn. Jinên HADEP’î, di sala 1998’an de biryar girtin û êdî mîtîngên xwe yên serbixwe li dar xistin. Jinên Kurd ku bi jinên din re bi heman daxwazan her tim daketin qadan, di mîtîngan de rastî tundiya polîsan hatin û her tim bi zextan re rûbirû man.    ZEXT Û DORPÊŞ   Jinên ku her sal bi dirûşmeyek cuda qad tije kirin, ligel hemû zext û ablûkeyan jî, bi reng û vîna xwe mora xwe li qad û kolanan xistin. Êdî tu carî dirûşmeyên jinan kêm nebûn û tilîliyên wan bêdeng nebûn. Her ku çû jinên Kurd bi rengên xwe yên kesk, sor zer, kincên xwe yên gelîrî û dirûşmeya “jin jiyana azadî” berxwedan, têkoşîn û îsyana xwe mezin kirin. Jinên ku bedelên pir mezin dan, îro bi dirûşme û rengên xwe li tevahiya cîhanê belav bûne.    Jinên Kurd, ji sala 2000’an û vir ve, bi kîşan dirûşmeyan daketin qadan û di kîjan şert û mercan re derbas bûn, em komî ser hev kir:    2001-2005: Di sala 2001’an de girtîgehên Tîpa F û tecrîd, di sala 2002’an de rakirina siya zilam a ketibû ser 8’ê Adarê, di sala 2003’yan de dagirkeriya Amekerîkayê ya li dijî Iraqê dabû dest pêk kirin, di sala 2004’an de Guldunya ya ku bû qûrbana cînayeta namûsê, cînayetên namûs, rê û resma civakê û di sala 2005’an de Meşa Jinên Cîhanê hat lidarxistin.      Polîsan mudaxileyê çalakiyên pîrozbahiyên jinan kirin û gelek jin bin çav kirin:   2006: Jin bi dirûşmeya “Ji bo aştî û cîhaneke bê tundî” di 8’ê Adarê de daketin qadan.    2007: Platforma Jinên Amedê, ji bo kesên di teqîna 12’ê Îlona 2006’an de jiyana xwe ji dest da bûn, find pêxistibûn û qerenfîl danîbûn.    2008: Jinan di vê salê de jî, li bajarên cuda, daxwazên xwe yên qadiyê qîr kirin. Bi hezaran jin bi kincên xwe yên gelêrî daketin qadan û ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin.   2009: Bi pêşengtiya Partiya Civaka Demokratîk, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, rojekê berê hat pîrozkirin. Li Qada Îstasyonê ya Amedê bi hezaran jin beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn.   2010: Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) pîrozbahiya 8’ê Adarê organîze kir û di pîrozbahiyê de bajarê Amedê weke “Bajarê Jinan” hat îlankirin. Berî 3 rojan dest bi pîrozbahiyên 8’ê Adarê hat kirin û rêveberên zilm berî 8’ê Adarê 3 rojan derketin betlanê û bajar ji aliyê jinan ve hat birêvebirin. Jin bi kincên xwe yên herêmî yên reng bi reng qad tije kirin û roja xwe ya qedîm pîroz kirin.   2011: Dîsa bi pêşengtiya DOKH’ê, bi boneya 8’ê Adarê meşek li navçeya Yenîşehîr a Amedê hat lidarxistin, lê polîsan mudaxileyî jinan kirin. Jinên ku li ber Mala Cilşoyê ya Ben û Senê kom bûn, bersiv dan êrîş û mudaxileya polîsan. Dûre jî pevçûn derketibû.    2012: Di 8'ê Adara îsal de, bi deh hezaran jin li deverên hatibûn diyarkirin meş û çalakî li dar xistin. Li Nisêbînê şahiyek hat lidarxistin, li Amed, Kop û Geverê meşên girseyî hatin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, ji qirkirina siyasî re na" çalakî li dar xistibûn. Di çarçoveya van çalakiyan de Komîsyona Jinan a KESK Amedê, ji Parka Rihanê heya Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê meşek li dar xist.    2013: Bi pêşengiya DOKH'ê, bi dirûşmeya "Ji Rosayan heya Sakîneyan rêya we rêya me, soza we soza me ye" mîtîng li dar xistibûn û di van mîtîngan de bi sed hezaran jin li hev kom bûn.    2014: 8'ê Adara îsal, diyarî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin kirin. Kampanyaya "Jina azad, neteweya demokratîk" bêtir li pêş bû. Jinên li herêmê, cardin bi kincên xwe yên herêmî daketibûn qadan. Di vê salê de Partiya Aştî û Demokrasiyê BP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pergala hevserokatiyê esas girtin.    Di 8'ê Adara îsal de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat weşandin. Ocalan di peyamê de gotibû: "Hevrêyên min ên jin, ji bo min azadiya jinê ji ax û çandê girîngtir e. Divê mirov azadîxwazê jinê be. Divê hûn xwe azad bikin."    2015: Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi dirûşmeya "Em tevî jina ku li Kobaniyê li ber xwe dide xwe birêxistin bikin, jiyanê azad bikin" 8'ê Adarê hat pîrozkirin. Bi deh hezaran jin daketin qadan.    Her wiha di çarçoveya Meşa Jinê ya Cîhanê de li Nisêbîn û Qamişloyê mîtîng hatin lidarxistin û dirûşme û tilîliyên jinên cîhanê û yên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlihev bûn.    2016: Jinan bi pêşengiya KJA'yê bi dirûşmeya "Jin ji bo rêberê xwe û azadiya wî li ber xwe dide" qad tije kirin. Di mîtînga li Qada Îstasyonê ya Amedê, axaftin hemû derbarê qedexeya li navçeya Sûrê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bûn.    2017:  Jinan ji derheqê tarîtiya Rewşa Awarte derketin û bi strana "Na, na" hilbijartina referandûmê pêşwazî kirin. Bi dirûşmeya "Ji bo jiyaneke wekhev û azad bi her zimanî 8'ê Adarê" xizanî, betalî, zimanê nêrza û polîtîkayên mîlîtarîst hatin şermezarkirin.    2018: Di çalakiya Platforma Jinê ya Dîcle Amedê de, mijar piranî şerê li Efrînê bû. Jinan xwest şer bi dawî bibe.    2019:  Di 8'ê Adara îsal de jinan çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê silav kirin ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bû. Jinên li herêmê bi dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" qad tije kirin.    2020:  Îsal li bajarên herêmê jinan bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşmeya "Em berxwedanê birêxistin dikin, em ber bi azadiyê ve dimeşin" 8'ê Adarê pîroz kirin.    2021: Jin dê di 8'ê Adar îsal de bal bikişînin ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê û wê bi pêşengiya TJA'yê bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" 8'ê Adarê pêşwazî bikin.    LÊGERÎNA JI BO AZADIYÊ    Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, derbarê 8'ê Adara îsal de axivî.    Aras, diyar kir ku çalakiyên 8'ê Adarê di sala 1910'an de dest pê kirine û li seranserê cîhanê belav bûne û got: "Ev yek tenê ne ji bo jinên li fabrîkeyê hatin şewitandin, ev mafdariya jinan û dawazên wan bûn. Lêgerîna ji bo rêya berxwedanê bû. Tevgera Jinan a Kurd, di salên 2000'î de ev yek bi coşek mezin da der. Di warê daxilbûna nav siyasetê, xwedîderketina li zimanê zikmakî û pêşengiya jinê de daxwazên pir cidî pêk hatin. Wê çaxê zanista cinsê, bîrdoziya rizgariya jinê ketbûn ber lêpirsînê û ev yek berbelav dibû. Li hêlekê hem êrîşên pergalê li hêla din jî lêgerîna ji bo azadiya ya jina kurd, 8'ê Adarê xurtir û zêzdetir kir."    TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ Û WEKHEVIYÊ      Aras, anî ziman ku di salên 90'î de ji ber qedexeyan jinên kurd tenê li çalakiyên li hêwanan dihatin cem hev du, lê di destpêa salên 2000'î de ev çalakî û hatine cem hev zêde bû. Aras got: "Di salên 90'î de nexasim jî piştî komployê, êrîşên li ser nasname û çanda kurdî pir zêde bûn. Jinên kurd jî ji bo van daxwazan, bi feraseta gelbûnê û dirûşmeya wekheviya jin-mêr daketin qadan. Di têkoşîna jinên kurd de, têkoşîna nasnameyî û têkoşîna cinsî tim bi hev re bûye û hê jî didome."    SEMBOLA HEQÎQETÊ    Aras, destnîşan kir ku 8'ê Adarê sembola hebûn û heqîqetê ye û got: "Her wiha bû dîroka ku wehşeta feraseta bavkaniya serdest jî derkeve holê. Li seranserê cîhanê jin bi piştevanî tevgeriyan û ev yek bandor li jinên kurd jî kir. Dîroka berxwedanê ya jinan 40 salî ye. Lewma di 8'ê Adarê de xwebilêvkirin, bihêzbûna jina kurd qet ne zehmet bû. Yanî mirov dikare bibêje ku jinên kurd xwedî li 8'ê Adarê derketin. Îro ro li Kurdistanê hemû jin, bi çîrok û peyama 8'ê Adarê dizanin. Lê heya 30 sal berê pê nizanibûn."    SEDSALA JINÊ    Aras, diyar kir ku nexasim di serdema AKP'ê de qirkirina jinê pir zêde bûye û pergalên ku vê qirkirinê rewa dikin kûrir bûne. Aras got: "Pergal hê jî ne mêrê ku jinê dikuje, jina ku xwe diparêze ceza dike. Em Tevgera Jinên Kurd vî tiştî diparêzin; xweparastina di warê fizîkî de pir girîng e, ji lew re heqê kesî tune ye ku me bikuje. Em ne malê kesî û ne koleya kesî ne. Divê em xweprastinê qewîtir bikin. Divê em ji xwe bipirsin em kî ne, çima ev tahde li me tê kirin, çima ji me nefret dikin... û di warê feraetê de şoreşekê pêk bînin. Pêdiviya me bi têkoşîneke du alî heye. Hem di warê bîrdozî hem jî di warê rêxistinbûyînê de. Heger hejmara saziyên jinan zêde bibe, ev yek dê bibe sedema hilweşandina pergalên bavkaniyê û azadiya jinê rû bide."   Aras, destnîşan kir ku di nêz de dê sedsala 21'ê bi dirûşmeya li dijî qirkirinê sedsala jinê bibe sedsala jinê.    MEŞALEYA BERXWEDANÊ    Aras, got: "Meşaleya 8'ê Adarê seranserê cîhanê dorpêç kiriye. Ez wisa bawer dikim ku em jin, em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin û mîrateyeke pir xweşik ji nifşên bê re bihêlin. Bang li hemû jinan dikim; divê em nehêlin ew berxwedan bimire. Ji bo jiyaneke hîn xweştir divê em têkoşîna xwe bidomînin."    SIBÊ: Li dijî qedexeyên bavkaniyê, çareyên jinane    MA / Eylem Akdağ