Li Sêrtê starta 8'ê Adarê 2021-02-26 18:14:34   SÊRT - TJA'yê li Sêrtê xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan destpêkirin. Jinan, guh li astengiyan nekir û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gotin: "Serîhildana Sarayan ji bo me sedema jiyaneke nû ye."    Li Sertê  Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" daxuyanî da û dest bi xebatan kir. Komeleya Jinê ya Rosayê, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa HDP'ê, Serokwekîla Komê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziya Tosun û hevserokên bajar û navçeyan beşdar bûn. Jin bi pankartên "Ji qirkirna jinê re na" û bi dowiza "Jin jiyan azadî" beşdar bûn.   Polîsan derdora jinan dorpêç kir û xwestin wan asteng bikin. Lê belê jinan guh li astengiyan nekirin û daxuyanî dan.    'EM Ê XWE BI TÊKOŞÎNÊ BIRÊXISTIN BIKIN'   Meral Daniş Beştaş, ewilî axifî. Beştaşê got: "Êrîş li ser destkeftiyên jina ne. Em ê van destkeftiyan biparêzin. Jinan, bi dirûşmeyên xwe li ber xwe dan, li dijî astengiyên polîsan. Li vî welatî tecrîd heye, lê têgeha tecrîdê tê astengkirin. Lê em jin, em ê xwe bi têkoşîna xwe birêxistin bikin. Ê têkoşîna me bidome."   SERÎHILDANA SARAYAN   Şîlan Kan ku li ser navê jinan daxuyanî da, got: "Jin, li her derê tên kuştin. Dixwazin jinê bê îrade bihêlin. Em, bi tundî û xizaniyê re rû bi rû tên hiştin.  Em ê bi serîhildana xwe polîtîkayên qedexeker pûç bikin. Serîhildana Sarayan, ji bo sedema jiyaneke nû ye. Em dibêjin, em kurd in, em jin in û em li vir in."   Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.