‘Em ê bi xweparastinê hestiyên qorika zilamtiyê bişkênin’ 2018-01-22 09:22:44 STENBOL – Mamosteya xweparastina jinan Îrene Zeîlînger têkildarî têkoşîna xweparastina jinan de got: “Jin dikarin bi xweparastinê hestiyê qorikên zilamtiyê bişkênin. Hedefa me jî ev e.”  Jin ji bo azadiya xw serî radikin. Jin her ku têkoşîn dikin zilam jî her roja diçe tundiya xwe ya li ser jinê zêde dikin. Jin bi xweparastinê bersiv didin tundiya zilam û zilamên desteka xwe ji qanûnên ku wan diparêze digire. Gelek rêxistinan jinan atolyeyên xweparastinê li dijî tundiyê ava kirin.    Mamosteya xweparastinê Îrene Zeîlînger bi salan e li Belçîka, Tirkiyeyê û gelek welatên din dersa xweparastinê dide. Zeîlînger têkildarî xweparastina jinan a li dijî tundiyê ji Ajansa me Mezopotamyayê re axivî.    Zeîlînger destnîşan kir ku beriya her tiştî stratejiyên jinan xweparastina ya gotin û fîzîkî hene û got: “Ev parastin li dijî tundiya zayendî encamk baş dide. Ya din jî ew e ku jin dibêjin di warê derunî xwe de baş hîs dikin. Bi giştî jin ji xweparastina li dijî tundiyê kêfxweş in.”    ‘BI DERSA ZÎHNÎ DEST BI XWEPARASTINÊ DIKIM’    Zeîlînger  zanîn ku gelek êrîşkar tirsonek in û dema bîbînin jin li ber xwe didin di cihê xwe disekinin. Zeîlînger anî ziman ku ew bi zîhnî dest bi dersa xweparastinê dike û got: “Her kes bi kapasîteya xwediyê rêbazên xwe parastinê ye. Girînge ku jin bi nêrînek femînîst li xweparastinê binêrin. Tevgerê femînîst pêkanîna tundiya li jinan ferz dikin anîn rewşek meseleya gelemperî.”    ‘EM DIKARIN HESTIYÊ QORIKA WAN BIŞKÊNIN’    Zeîlînger anî ziman ku jin li dijî tundiya zilaman xwedî afirandina berxwedanê ne û got: “Çi dibe bila bibe divê jin li dijî tundiya zilam rêbazên xweparastinê pêk bîne. Jin di vê mijarê de gelek serkeftî ne. Xweparastin cûreyek têkoşîna jinan e. Em bi têkoşîn û xweparastinê dikarin hestiyê qorikên zilamtiyê bişkênin. Hedefa me jî ev e.”    MA / Necla Demîr