Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin 2021-02-04 16:21:07   AMED – Mehmet Buyuk ku hevjîna xwe Sureyya Buyuk qetil kir û 5 kesan jî birîndar kir, hat binçavkirin.    Mehmet Buyuk, di 28’ê çileyê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê hevjîna xwe Sureyya Buyuk, xwişka xwe F.S., kurê xwe A.B û xizmên xwe E.B., O.B. ve E.B. birîndar kiribû. Buyuk piştî ku hevjîna xwe qetil kiribû û xizmên xwe birîndar kiribû, ji bûyerê reviyabû û şopa xwe dabû windakirin. Piştî 8 rojan îro Buyuk li navçeya Yenîşehîr li axura ku xwe li veşartibû hat binçavkirin.