Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin 2021-02-04 15:09:50 ENQERE – Li jinên ku têkildarî Peymana Stenbolê daxuyanî dan û nûçegîhana me Eylem Akdag ku nûçeyê şopand doz hat vekirin.      Platforma Jinan a Enqereyê, di 12’ê tebaxê de têkildarî daxwaza vekişandina hikûmetê ya ji Peymana Stenbolê daxuyanî dabû û daxwaza pêkanîna peymanê kiribû. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Arzû Kûrt, Ji Koma Hiqûqnasên Civakî Parêzer Sevînç Hocaogûllari û Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag jî di nav de derbarê 33 jinên ku tevlî daxuyaniyê bûbûn û nûce şopandibûn doz hat vekirin. Bi hinceta “muxalefeta qanûna meşe” doz hatiye vekirin û ji sal û 6 mehan heta 3 salan ceza ji jinan re tê xwestin. Doznameya, ji aliyê 28’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve hat qebûlkirin û danişîna dozê dê di 7’ê hezîranê de bê dîtin.