Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin 2021-01-28 09:17:31 WAN - Aktivîsta TJA'yê Civaknas Neslîhan Şedal, anî ziman ku qalibên ku mêran berz dikin û diparêzin hatine şikênandin û got: "Ji lewra jin êdî dibêjin, na."  Aktvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Civaknas Neslîhan Şedal, xweparastinê û cezakirina jinên ku ji ber xweparastinê tên cezakirin nirxand.   XWEPARASTIN Û CIVAKÎBÛN    Şedal, bal kişand ser girîngiya xweparastinê û civakîbûna wê. Şedal, diyar kir ku ji ber ku mekanîzmayên civakîbûnê baş nayên şixulandin, xweparastina şexsî derketiye holê û got: "Sedema ku îro jin xweparastinê dikin, neşixulandina mekanîzmayan e û dûrbûna xweparastinê ya ji civakûbûnê ye."    NASNAMEYA AZAD A JINÊ    Şedal, diyar kir ku ji bo ku xweparastin cardin çalak be, divê dîrok bê kolandin û got: "Her ku em vê dîrokê vekolin em ê leqayî nasnameya azad a jinê, hêzên jinan ên rêxistinbûyî bên. Gava em dest bi rêwîtiya dîrokê bikin, di vê pêvajoyê de dê jinên amazon derkevin pêşberî me. Em hinekî din jî pêş ve biçin, dê em ê xwe di nav milên xwedavend starê de bibînin. Yanî tişta ku ewilî em bikin; em dest bi vê rêwîtiya dîrokî bikin."    MEKANÎZMAYÊN DEWLETÊ    Şedal, diyar kir ku baweriya jinan bi mekanîzmayên dewletê nayê û ji bo vê bal kişand ser çîrokên jinan ku piranî jê "daxwaza parastinê" an jî "tevdîra ji bo parastinê" dikin. Şedal, bilêv kir ku tahdeyeke aşkere heye û got: "Dewleteke tahdekar, taciz û tecawizeke aşkere heye. Heger dewletê ev mekanîzma baş bişixulanda û xweparastin bûbûna perçeyek civakîbûnê, dê jin serî li xweparastinê nedana."    QALIB HATIN ŞIKÊNANDIN    Şedal, bilêv kir ku di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" a TJA'yê de dîbinin ku jin qalibên ku mêran berz dikin û diparêzin şikênandine û got: "Ji lewra jin êdî dibêjin, na. Niha dem dema vê ye ku veguhere tiştekî rêxistinbûyî. Em bi vê dikarin xweparastinê çalak bikin."    DARAZ   Şedal, bal kişand ser rewşa darazê jî. Şedal, destnîşan kir ku daraz mêran diparze û got: "Ji dêvla ku jin bên parastin, lê belê em bi rastiyeke ku dixwaze jinê bike pêgirtiyê mêr û dewletê re rû bi rû dimînin. Pergaleke darazê ya ku bi her awayî mêran diparêze heye."    MA / Ozlem Yayan