Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin 2021-01-24 09:02:46   STENBOL - Nûnerên jin ên rêxistinên civakî, bernameya YOK'ê ya li ser fermana Serokomar Edogan amade kirin û Zanîngeha Jinan li bernameyê zêde kir bi tundî rexne kirin. Jinan destnîşan kirin ku gavek din li polîtîkaya dijminantiya jinê vekirin û gotin: “Li şûna kampusên bi ewle ava bikin, bi van zanîngehan bêtir jinan tecrîd dikin. Ev tecrîda di nava tecrîdê de ye."    Serokomar û serokê AKP’ê Tayyip Erdogan, di 28-29'ê Hezîrana 2019'an de li Osaka ya Japonya tev li Zîrveya G-20'an bûbû. Piştî zirveyê li Zanîngeha Jinan a Mukogawa ya Japonya geriya. Li vir doktora temsîlî dan Erdogan. Erdogan di vê merasimê de Erdogan diyar kir ku ev zanîngeh li Tirkiye tune û xwest wekî wan Zanîngeha Jinan ava bike û got: "Li Japonya ji 800 zanîngehan 80 jê zanîngehên jinan e. Ez ji bo lêkolina 80 zanîngehên jinan erkê didim sefîrê me. Em ê li welatê xwe jî gavek wisa bavêjin." Erdogan piştî gera Japonya Ferman da YOK'ê û xwest li bernameya Salê Zanîngeha Jinan jî zêde bike. Li ser fermana Erdogan, YOK'ê li Bernameya 2021'an a Serokomariyê Zanîngeha Jinan jî zêde kir û fermî kir. Nûnerên rêxistinên civakî û sivîl bertek nîşanî vê yekê dan.    TIRKIYE DI NAVA 153 WELATAN DE DI RÊZA 130'AN DE YE   Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Senê û Hîndekara Zanîngeha Kocaelî Elif Sinem Arikan, diyar kir ku bi niqaşên zanîngehên jinan, tê dîtin ku wekheviya jin û mêr a tevlêbûna jiyana civakî tê paşguhkirin. Li Japonya 80 zanîngehên jinan heye. Di rastiyê de li Japonya, tevlêbûna jinê ya jiyana civakî pir li paş maye. Dîsa di aliyê wekheviya zayendî de jî pir li paş e. Japonya di Endeksa Newekheviya Zayendî ya Kurevî ya 2020'an a Fona Aborî ya Cîhanê de, di nava 153 welatan de di rêza 121'an de ye. Tirkiye jî di rêza 130’an de cih digire. Ji ber vê yekê Japonya nabe model.    Endama Kolektifa Jinên Zanîngehê Zelal Baydemir jî anî ziman ku li zanîngehên heyî bi aqilê mêr perwerde tê dayîn û wiha got: "Zaningeh ji gotinen zayendperest heta mamosteyên zayendîperest di navenda jiyana me de ne.  Avakirina van zanîngehan ne tesatifî ye. Jin ji bo AKP'ê tehdîtek mezin e. Ji ber vê yekê îqtîdar ewil li ser jinan zextan û tundiyê pêş dixe. Daxwaza me ya jinan zanîngehên feminist e. Em zaningehên di bin serweriya mêr de naxwazin. Em li zanîngehan wekheviya zayendî dixwazin. Em dixwazin di şertên wekheviya zayendî de perwerde bibin."    NASNAMEYA JINÊ TECRÎD DIKIN   Endama Xebatên Xwendekaran Lîzge Bîter jî anî ziman ku mêr di her qadê de dixwazin jinê îsole bikin û wiha got: "Di bin projeya zanîngehên jinan de dixwazin jinan di aliyê fikrê de têxin rêza duyemîn. Bi vê projeyê êrîşî nasnameya jinê dikin. Ev nîşan dide ku jin û mêr heman perwerde û agahiyan bi dest naxin. Li şûna zanîngeh û qadên bi ewle û tenduristî ava bikin, Jinan bi van zanîngehan tecrîd dikin. Ev ne zanîngehên jinê ne. Di rastiya xwe de zanîngehên tecrîda jinê ne. Nasnameya jinê tecrîd dikin. Dixwazin di vê pêvajoya jin li dijî zextan têdikoşin de jinê bêtir tecrîd bikin."   Endama Jinên Anarşist ên Şoreşger Meltem Çuhadar jî anî ziman ku bi vê projeyê dixwazin jinê ji civakê dûr bixin û wiha got: "Jin di her qadê de bi êrîşan re rû bi rû ne. Dê bi vê yekê polîtîkayên cudakariyê bêtir pêş bixin.    MA / Berfîn Karaman - Kadîr Guney