Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn 2021-01-21 09:23:53 EDENE – Li Edeneyê 2 endamên Meclîsa Jinan a Edeneyê bi boneya wêneyên jinên hatine qetilkirin daliqandin e 24 hezar lîre cezayê pereyan li wan hat birîn.  Li Edeneyê 2 endamên Meclîsa Jinan a Edeneyê di 31’ê kanûna 2020’an de li hin rawestgeh û Parka Ataturkê wêneyên jinên ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin daliqandibûn. Miduriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê bi boneya herdu jinan wêne daliqandine cezayê pereyan li wan birîn. Miduriyeta Polîsan li her jinekê bi hêceta “wêneyên aydî kesên taybet li cihê bêdestûr daliqandine” 12 hezar û 132 lîre cezayê pereyan birî.   ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ KIRIN   Meclîsa Jinan a Edeneyê bertek nîşanî ceza da û diyar kir ku ji bo wan bal kişandiye ser kuştina jinan a derbarê endamên wan de cezayê pereyan ê îdarî hatiye birîn. Meclîsê da zanîn ku wan biryara birîna ceza veguhezandine Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê û îtîraz kirine û got: “Di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Ne jinan divê hûn qatilan ceza bikin.”    MA / Hamdullah Kesen