Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin 2021-01-15 09:07:42 STENBOL - Name Ozturk ji bo girtina jinên ku li dijî tahdeyê xwe diparêzin got: "Tên cezakirin." Parêzer Dîren Cevahîr Şen jî destnîşan kir ku divê xala 25'an a TCK'ê pêk bê.  Li Antalyayê Ramazan Îpek, tahde û îşkence li Melek Îpekê û zarokên wê kiribûn. Melek Îpek jî di 7'ê Çileyê li hemberî tahdeya hevjînê xwe, xwe parastibû û ew kuştibû. Piştî vê Îpek hatibû girtin Bertekên li dijî girtina Îpekê didomin.    ÊN KU XWE PARASTIN   Yek ji van jinên ku li ber tahdeyê xwe parastibû jî Nevîn Yildirim bû. Yildirim, di 28'ê Tebaxa 2012'an de li gundê Korûyaka yê navçeya Yalvaç a Ispartayê Nûrettîn Gîderê ku bi zora çekê tecawizî wê kiribû kuştibû. Yildirimê, serê Gîder jê kiribû û xistibû kîsekî û biribû avêtibû meydana gund û gotibû: "A ji we re serê kesê ku dest dirêjî min kir."  Lê belê Yildirim hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Yildirim niha di Girtîgeha Ispartayê ya Tîpa E'yê de ye.    Yasemîn Çakalê jî êdî li ber tahdeya hevjînê wê Ozkan Kaymakli hew îdare kiribû û di 10'ê Tîrmeha 2014'an de ew kuştibû. Çakal jî hatibû girtin û dozger xwestibû ji 18 salan heya 24 salan ceza lê bê birîn. Lê belê di 4'ê Tîrmeha 2017'an de hatibû berdan. Çakal, piştî hatibû berdan ji ber gefên malbata Kaymakli ji bêgavî berê xwe dabû derveyî welêt.    Çîlem Dogan jî li ber tahdeyê û ferzkirina fuhûşê, di 8'ê Tîrmeha 2015'an de li Edeneyê xwe parastibû û hevjînê xwe Hasan Karabûlût kuştibû. 15 sal li Doganê hatibû birîn. Lê piştî parêzeran îtiraz kir Dogan bi kêfareta 50 hezar TL'yî hatibû berdan û dosyeya wê niha li Dadgeha Bilind e.    Aylîn Işik jî li ber tahdeya sîstematîk a hevjînê xwe Cîhangîr Işik xwe parastibû û di 17'ê Kanûna 2017'an de li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hevjînê xwe Işik kuştibû. Dozger xwestibû cezayê muebeta giran li Işikê bê birîn. Lê belê dadgehê di danişîna 14'ê Gulana 2019'an de 18 sal ceza li Işikê birî û dû re cezayê wê kêm kir, kir 15 sal.    Gulşen Bîlgî jî ji ber tahdeya sîstematîk xwestibû dev ji hevjînê xwe berde. Lê belê daxwaza wê nehatibû qebûlkirin. Hevjînê wê Vedat Bîlgî di 18'ê Tîrmeha 2020'î de çûbû cihê karê wê û êrîş birbû ser. Gulşen Bîlgî jî ji bo xwe xwe ji mirinê xelas bike, xwe parastibû û hevjînê xwe Vedat Bîlgî kuştibû. Guleşn Bîlgî hatibû girtin û dozger diwaze 30 sal ceza lê bê birîn.    NAME OZTURK   Name Oztur jî eynî wekî Melek, Nevîn, Gulşen, Çîlem, Aylîn û Yasemînê xwe parastiye û ji mirinê xelas bûye. Ozturk, behsa sedema xweparastina jinan kir.    Name Ozturk ku li Tûzla ya Stenbolê dijî, dev ji hevjînê xwe Kazim Aydemîr ê ku bi awayekî sîstematîk tahde lê dikir, berdabû. Aydemîr jî bi hinceta ku zarokên xwe bibîne hatibû mala Ozturkê û li mala wê tecawizî wê kiribû. Kazim Ozturk, di Tîrmeha 2016'an de êrîş biribû ser Ozturkê û Ozturkê jî xwe parastibû û ew kuştibû. Ozturk, piştî ku 3 salan di girtîgehê de ma, di 15'ê Gulana 2019'an de hat berdan.    CARDIN BÊ EDALETΠ   Ozturk ku di çaçroveya xweparastinê de hat berdan, ji bo Melek Îpek a xwe parast got: "Cardin bê edaletî. Li vî welatî jin nayên fêmkirin."    Ozturk, anî ziman ku ji ber girtina Îpekê mat nemaye û got: "Wê darizandineke adil çê bibe yan na? Nizanim. Em bi şik û guman nêz dibin. Gava em li darizandina Kadir Şeker mêze dikin, ji bo Melekê jî tiştên baş nayên bîra min. Li vî welatî çi bên serê jinan bila bên, nayên fêmkirin."    Ozturk, anî ziman ku jinên ji bo bijîn xwe diparêzin tên cezakirin û got: "Bedêla tiştên tên serê me giran e. Jinên xwe diparêzin tên girtin, tên cezakirin. Bawer nakim bi piştevaniya jinan Melek bê berdan. Lê gava em bi hev re bitêkoşin, dê bigihê zarokên xwe."    DEWLET NAPARÊZE    Parêzer Dîren Cevahîr Şen ku parêzeriya gelek jinan kiriye, diyar kir ku dewlet jinan naparêe û got: "Dewlet peywira xwe pêk nayne." Şen, bibîr xist ku jin ji ber tahdeyê serî li saziyan didin, lê belê tiştek nayê kirin û bi ser de berê jinan didin mala ku tahde lê hatiye kirin.    XALA 25'AN    Şen, destnîşan kir ku jin ji bo xwe biparêzin xwe bi xwe tevdîrên xwe digirin û ev tevdîr jî "xweparastin" e. Şen got: "Xala 25'an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bi awayekî aşkere balê dikişîne ser xweprastinê. Xweparastin, parastineke mafdariyê ye. Lewma divê xala 25'an a TCK'ê pêk bê. Lê mixabin ev xal ji bo jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin pêk nayê. Ev jî tê wateya, 'serê xwe li ber tahdeya mêr bitewînin, xwedî li jiyana xwe dernekevin.'"    Şen, ji bo Melek Îpekê jî anî ziman ku diviyabû bihatana berdan û got: "Demildest divê Melek Îpek di çarçoveya xweparastinê de bê berdan."    MA / Semra Tûran