Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir! 2021-01-07 15:44:39   DERSIM – Polîsan destûr neda merasîma bîranîna Sakîne Cansiz pêk were û bi hêceta “OHAL û ewlehî” asteng kirin.    Li paytexta Fransayê Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Gora Sakîne Cansiz li Dersimê ye. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel û Remziye Tosûn,  aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên HDP’a Dersimê xwestin biçin ser gora Cansiz û wê bibîr bînin. Polîsan li ber goristanê HDP’iyan asteng kir û bi hêceta “OHAL û ewlehiyê” destûr nedan merasîma bîranînê.    Polîsan got heta fermana duyem dê goristan ji serdanê re girtî be. Li ser vê yekê parlamenter Meral Daniş Beştaş pirsa herî dawî gor kengê ji serdanê re hat girtin kir. Polîsan got nayê bîra wan.    ‘TENÊ LI TIRKIYÊ SERDANA GORAN TÊ ASTENGKIRIN’    Parlamenter Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku serdana gora tu kesî nayê astengkirin û wiha bertek nîşanî polîsan da: “Tenê ev astengkirina serdana goran li Tirkiyê pêk tê. Ev bi ehlaqî jî û hiqûqî jî nayê qebûlkirin. Me dît ku îro li vir biryarek taybet hatiye girtin û serdan hatiye qedexekirin. Hûn jî di wê ferqê de ne ku xebatên me siyasî tên astengkirin. Lê belê hûn îro li vir xebatek me ya mirovî asteng dikin. Hûn jî dizanin ku li vir OHAL û pirsgirêka ewlehiyê nîne.”    Parlamenter û rêveberên HDP’ê li ser astengkirinê vegeriyan avahiya HDP’ê ya Dersimê û li vir bernameyê li dar xistin.