Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’ 2021-01-05 13:55:35   STENBOL - Jinên Ciwan ên HDP’ê pankarta li dijî tacîz, tecawiz, tundiya dewlet û mêr “dema seferberiya mor e” daliqandin.   Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “dema seferberiya mor e” dimeşînin. Endamên koordînasyonê li hin deverên navçeya Beyoglû ya Stenbolê pankartên “li dijî tundiya dewlet û mêr dema seferberiya mor e” û “li dijî tacîz û tecawizê dema seferberiya mor e” daliqandin.