Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin 2021-01-05 09:09:44 ÎZMÎR - Jinên Ciwan ên Îzmirî diyar kirin ku ew dê dengê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li kolanan bilind bikin û wiha got: "Cezayê li Leyla Guven birîn li dijî hiqûqê ye. Cezayê li Leyla Guven birîne li me birîne. Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin."  Bertek û nerazîbûnên li dijî cezakirin û girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven didomin. Jinên Ciwan ên Îzmirî bertek nişanî girtin û cezakirina Leyla Guven dan û anîn ziman ku dê dengê Leyla Guven li kolanan bilin bikin. Endama Piştevaniya Mor Cansu Ekmen, anî ziman ku tundiya îqtîdarê ya li dijî jinan zêde bû û wiha got: "22 sal cezayê li Leyla Guven birîn li me tevan birine. Li hemu tevgera jinan haiye birin. Guven di têkoşîna jinên Tirkiyeyê de xwedî cihekî pir girîng û taybet e. Girtina Leyla Guven nayê qebûlkirin. Em ê têkoşîna jinan berdewam bikin. Îqtîdar bi taybetî jinên pêşengiyê dikin asteng dikin. Em van girtinan qebûl nakin. Em ê têkoşîn û çalakiyên xwe li kolanan berdewam bikin."    'EM HEMÛ LEYLA GUVEN IN'    Endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Nazli Yoyler jî anî ziman ku piştî OHAL hat îlankirin heta niha her dim jin li kolanan têdikoşin û tekoşîna civakî didin. Yoyler, da zanîn ku tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Hemû jin hewl didin ku di nava jiyanê de hebûna xwe berdewam bikin. Bi taybetî jinên dibin hêz û têkoşîna azadiyê didin dibin hedefa erîşan. Me gotibû hêza pêşeng a civakê jin in. Îqtîdara AKP'ê ya ji vê yekê ditirse jinan dike hedef. Îro ji her beşê civakê jin li qadan in û dengê xwe li kolanan bilind dikin. Ji ber vê yekê AKP ya bi feraseta mêrê serdest tev digere êrîşî jinan dikin."    'EM Ê DENGÊ GUVEN LI KOLANAN BILIND BIKIN'    Yoyler, destnîşan kir ku cezayê li Guven hatiye birîn li hemû jinan hatiye birîn û wiha berdewam kir: "Em ê li dijî zext û tundiya dewletê gavan paşve navêjin. Em ê têkoşîna Leyla Guven li kolanan bilind bikin. Em hemû Leyla Guven in. Îqtîdara AKP'ê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk û hemû jinên têkoşer li girtîgehê hepis dike û dixwaze têkoşina jinan a azadiyê têk bibe. Lê em e li kolanan bibin dengê wan. Îqtîdar bi taybetî li Kurdistanê li dijî têkoşîna jinan polîtikayên dewletê dixin meriyetê. Li Kurdistanê jinên ciwan winda dike, polîtîkayên tecawiz û tecawize pêş dixe. Ev polîtîkaya dewletê ye. Windakirina Gulistan Doku û tecawiza Îpek Er polîtikaya dewletê ye. Divê em bi hevre li dijî çawîşê pispor û polîsan ên li Kurdistanê sûc dikin dengê xwe bilind bikin. Dê tu carî têkoşîname gavan paşve navêje.    'EM BIRYARÊ NAS NAKIN'    Ji Pîrebokên Kampusê Rozana Urkun jî anî ziman ku cezayê li Leyla Guven hatiye birin li dijî hiqûqê ye û we vî cezayî nas nakin û wiha got: "Em ê ji bo jinen hatin girtin û di nava têkoşînê de bûn hedefa îqtîdarê daxwazên xwe yên azadiyê û têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê kolanan vala nehêlin. Em ê gavan paşve navêjin."