Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert! 2021-01-02 11:52:39 QERS – Şaredariya Qersê ya di bin rêveberiya qeyûm de navê Mor Cafe û Xeta Mor yên di serdema HDP’ê de hatibûn vekirin guhert.    Wezareta Karên Navxweyî di 2’ê cotmeha 2020’an de Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm danî ser Şaredariya Qersê ya HDP’î. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm Oksuz de navê Mor Cafe û Xeta Mor ên di serdema HDP’ê de hatin vekirin, guhert. Navê Cafeya Mor a di 24’ê tebaxa 2019’an de ji bo îstîhdamê hatibû vekirin guherand û kir “Turkuaz Kafe.” Her wiha balkêş e ku tîpa “u” jî bi şekle remza heyv û stêrkan hatiye nivîsandin.   Qeyûm navê Xeta Mor jî guherand û navê “Xeta Piştevaniya Jinan” lê kir.    Xeta Mor di 28’ê gulana 2020’an de ji aliyê Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ên qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin ve hatibû vekirin.