Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin 2021-01-01 13:31:36   STENBOL - Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, di nava kuçeyê de cenazeyê dayika 4 zarokan hat dîtin.    Li Taxa Tûrgût Ozal a girêdayî navçeya Esenyûrt a Stenbolê, di saetên serê sibê de, di nava 2 otomobîlên di kuçeyê de jineke bêliv û tevger hat dîtin. Karkerên paqijiyê yên jin dîtin, agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên hatin cihê bûyer, diyar kirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku cenazeyê jina hat dîtîn, aîdê dayika 4 zarokan Arîfe N. ye.     Cenazeyê Arîfe N. piştî lêkolîna li cihê bûyerê hat kirin, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya bajêr.