Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin 2020-11-27 10:50:41   ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê, bertek nîşanî diravdaniya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê îstîhdama ewlekariyê û xizmeta çemaweriyê ya jinan a budçeyê de cih nagire dan û gotin: "Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin."   Di sala derbasbûyî de, budçeya di şert û mercên krîza aboriyê de hat amadekirin, îsal hem di krîza aborî de, hem jî di şert û mercên pandemiyê de hat amedekirin. Di budçeya îsal de hem daxwazên jinan cih negirtin û hem jî pirsgirêkên bêkariyê yên jinan nehatin dîtin. Lê budçeya Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatên Malbatî weke 155 mîlyar, 11 mîlyon û 61 hezar lire hat diyarkirin û Wezîr Zehra Zumrut Selçûk, da zanîn ku armanca wan ew ku "malbatê bi hêz bikin." Nîqaş û bertekên li dijî budçeyê dewam dikin. Jinên li Îzmîrê dijîn jî, bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ne alîkariya civakî, azadiya aboriyê dixwazin.      AZADIYA ABORIYÊ DIXWAZIN'   Endama Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin û Meclîsa Jinan Hîlal Sûsûz, anî ziman ku bêkarî herî zêde bandorê li jinan dike û wiha axivî: "Di serê lîsteyên ji kar derxistin de jin cih digirin. Di pêvajoya pandemiyê de, ev rewş derket dû qatan. Di hemû qadên civakî de, yên ku dest pê kê ji çav tên derxistin û tune tên hesibandin jinin. Dema ku em li nîqaşên budçeyê mêze dikin, tu kes behsa rewşa jinan a aboriyê nake. Em ji tu kesî alîkariyê naxwazin, tenê em azadiya aboriya xwe dixwazin. Ji ber ku azadiya aboriya jinan tuneye, di her qadê de rastî tundiyê tên."   ‘DAXWAZÊN ME NAYIN QEBÛL KIRIN'   Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul jî, dest nîşan kir ku bi taybetî divê di budçeyê de, aboriya jinan bê bihêzkirin û wiha got: "Ger polîtîkayên li dijî jinan neyin guhertin, wê jin weke kirde neyin dîtin. Ji mekanîzmayên jin jê feyde digirin, budçe nehatiye veqetandin. Li Tirkiyeyê, bi sed hezaran jin an rastî tundiya hevjînê xwe, yan jî yên zilamên cûda hatine hene. Jin ji tundiyê direvin. Lê îro dewlet, bi tu awayî bersiva vê rewşê na de."      'EM BUDÇEYEK WEKHEV DIXWAZIN'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Bornava Aysel Gezgîncî jî, bi bîr xist k u di budçeya li Meclîsê tê nîqaşkirin de jin tuneye û wiha bilêv kir: "Niva civakê ji jinan ava dibe. Ji ber vê diviya bû nivî budçeyê ji bo pirsgirêk û rewşa aboriyê ya jinan bihatiba veqetandin. Divê ne wekheviya di civakê de bê rakirin û ji bo vê jî budçe bê diyar kirin. Lê mixabin dema em li rewşa heyî mezê dikin, rejîma yek zilamê dixwaze welat ber bi kaosê ve bibe. Her tiştî li gorî berjewendiyê xwe diguherîne. Ji ber vê di budçeyê de cih nade jinan. Ji budçeyeke ku desthilatdariya AKP'ê amadekiriye tu hêviyeke min tuneye."   MA / Esra Solîn Dal