Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin 2020-11-26 12:01:59   MÊRSÎN - Leyla Ozturk a li Tarsûsê dijî ji aliyê Sebahattîn Ozturk ê li Xarpêtê cerdevaniyê dike ve hat kuştin.    Leyla Ozturk a li navçeya Tarsûsa Mêrsînê dijî ji aliyê Sebahattîn Ozturk ê li Xarpêtê cerdevaniyê dike ve bi sîlehê hat kuştin. Piştî ku cîranan agahî da tîmên tenduristiyê, hatin cihê bûyerê û cenazeyê Ozturk rakirin morga nexweşxaneyê.    Li aliyê din kujer ê xwest xwe li cihê bûyerê bikuje, birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê.