Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’ 2020-11-16 09:02:54 AMED – Bîrsen Karakoyûn tevî hemû fişarên derdorê jî kar dike û di meha çile de xwe ji teqewîtbûnê re amade dike û got: “Jiyanek din mimkin e. Peyama min ji bo jinan ev e; hin bêtir wêrekî lazim e.”    25’ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî nêz dibe û jin bi çîrok û têkoşîna xwe balê dikişînin ser xwe. Yek ji van çîrokan jî serpêhatiya Bîrsen Kaya ya 50 salî ye. Piştî ew ji lîseyê mezun dibe tevî ku xizm û derdora wê lê fişaran dikin jî lê ew dixebite. Li Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê dest bi kar dike û 30 sal in dixebite. Karakoyûn bi karên wek muhasebe, büro, qeyda endamtiyê, şahî û organîzasyonan eleqedar dibe.    Ew temenê xwe yê ciwan de dizewice û du zarokên wê hene. Ew gelek caran bi zor û zehmetiyên jiyanê re jî rûbirû dimîne. Ew ji sala 1990’î ve kar dike û ji bo nasnameya xwe jî têkoşîna xwe birêve dibe.    XWE JI ZANÎNGEHÊ RE AMADE DIKE    Karakoyûn ji navçeya Siwêrega Rihayê ye û ji bo perwerdehiya lîseyê tê Amedê û piştî mezun dibe li Odeya Avahîsazan dest bi kar dike û ji wê rojê ve her dixebite.    Piştî ku Karakoyûn û hevjînê xwe dev ji hev berdidin bi zarokên xwe re jiyanek nû ava dike. Di 45 saliya xwe de biryar dide ku wê zanîngehê bixwîne û niha ew xwe ji bo Fakûlteya Hiqûqê ku bixwîne amade dike.    JINÊN SERKEFTÎ BANDOR LÊ KIRIN E    Karakoyûn destnîşan kir ku ji ber zewaca zû wê derfet nedîtiye ku biçe zanîngehê û serpêhatiya jinên serkeftî tesir li serê kiriye û wê jî xwestiye perwerdehiya xwe bidomîne û dibêje “Temenê xwendinê nîne. Belkî dereng were dîtin lê ez niha xwe ji bo zanîngehê amade dikim.”    ‘PÊWÎSTE JIN BI WÊREKÎ TEV BIGERIN’    Karakoyûn anî ziman ku her çiqas malbat û derdora wê jê re dibêje “divê jin nexebite” jî lê li wan wan guhdar nake û tevî hemû fişarên derdora wê jî lê ew bi wêrekî xebitiye û wê hin bêtir xwe bi hêz dîtiye. Karakoyûn got ew bi baweriya wê di jiyana kar û bar de bi ser bikeve heta van rojan hatiye û wê wêrekiyê daye jinên ku newêribûne bixebitin e û ji wan re bûye mînak. Karakoyûn diyar kir ku ew di meha çile de xwe ji teqewîtbûnê re amade dike û got: “Jiyanek din mimkin e. Peyama min ji bo jinan ev e; hin bêtir wêrekî lazim e. Ez ê piştî teqewîtbûnê jî têkoşîn û xebata xwe bidomînim.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol