Çîroka berxwedana Mamakê 2018-01-14 09:23:07 ENQERE – Yek ji girtiyên Girtîgeha Mamakê ya di serdema 12'ê Îlonê de li dijî pergala "Cilên Yek Tîpî" di ber xwe da Sema Yîgît, diyar kir ku çawa wê demê girtiyan li ber xwe dan, dê îro jî li ber xwe bidin. Yîgît xwest ji hêza xwe bawer bibin.  Bertek û nerazîbûnên li dijî pergala "Cilên Yek Tîpî" zêde dibin. Girtiyên serdema darbeya 12'ê Îlonê li dijî zextên li ser girtiyan û ferzkirina cilên yek tîpî di ber xwe dan, diyar kirin ku wan çawa wê demê di ber xwe dan dê niha jî di ber xwe bidin. Yek ji girtiyên di serdema 12'e Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê di ber xwe da Sema Yîgît qala berxwedana wê demê kir. Yîgît, dema li Zanîngeha Hacettepe perwerdehiya îktîsadê didît, ji ber xebatên polîtîk di sala 1982'an de hat girtin. Cezayê muebbetê lê hat birîn. 5 sal û nîvan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hat girtin. 3 sal û nîvan jî li Girtîgeha Çanakkale girtî ma. Bi giştî 9 salan girtî ma. Yîgît, li dijî pêkanînên girtîgehê 36 rojan ket greva birçîbûnê û di sala 1991'an de hat berdan.    'HETA EMRÊ MIN HEBE EZ WÎ DENGÎ JI BÎR NAKIM'    Yîgît, anî ziman ku geşedanen li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê pêk hatin hovîtî bû û wiha got: "Ew dîmen û deng qet ji bîra min naçe. Zivistanek pir dijwar bû. Hevalên me yên mêr derxistibûn derve. Li ber dîwarê hewşê rêz kiribûn. Tenê cilên binî li ser wan mabû. Destê wan li pişt wan girê dabûn û bi satilan av li wan dikirin. Ji bo germ bibin di cihê xwe de baz didan. Ava li wan dikir li ser wan qeşa digirt. Dema pê li qeşayê dikirin qeşa dişikest. Dengê wê qeşê qet ji bîra min naçe. Hêj li ber guhê min e. Heta ez sax bim ew deng qet ji bîra min naçe. Li ber çavê me pê li organa zayendî ya hevalên me kirin. Îşkenceyek wisa giran li wan dikirin nayê gotin. Leşker û bijîşkên ku dihatin li girtiyên lêdan xwarine dinerîn, digotin "mirine" û bi piyên wan digirtin û li pey xwe kaş dikirin. Dema me li hevalên xwe dinerî û me silav didan wan xwe bi mere aciz dikirin.    'BI CILÊN YEK TÎPÎ KÊR GIHIŞT HESTÎ'    Yîgit, bal kişand ser gotina Serokê AKP'ê Erdogan a ku pêkanînên rayedarên Alman şiband Naziyan û wiha berdewam kir: "Me pêkanînên dişibin Nazî li Mamakê dît. Mirov ji hemû tiştên xwezayî qut kirin. Pirtûk qedexe kirin. Her tişt li me qedexe kirin. Li ser vê yekê jî cilên yek tîpî li me ferz kirin. Bi pêkanînên cilên yek tîpî kêr gihişt hestî. Ji me xwestin em rûmeta xwe winda bikin. Nifrînek pir dijwar hebû. Famkirina vê yekê ne pêkan bû."     'DENGÊ HERÎ XWEŞ BÛ    Yigit, bal kişand ser bertekên li dijî cilên yek tîpî yên Mamakê û wiha got: "Wê demê em di qawîşê de bûn. Dengekî pir cuda hat me. Dengekî pir ji kûr dihat. Me hemûyan guhê xwe da wî dengî. Ji Bloka B dirûşme berz dikirin. Hevalên me yên mêr dirûşmeya 'Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe' berz dikirin. Ew dengê ji kûr hat li hemû blokan belav bû. Hemû kes tev li wî dengî bûn û bi hev re dirûşme berz kirin. Dengê herî xweş bû."    'QAWÎŞA JINAN TU CARAN SERÎ NETEWAND'    Yîgît, destnîşan kir ku wê demê jinan tu carî li dijî zilmê serî netewand û wiha got: “Me di nava xwe de niqaş kir ku em tu carî vê zilmê qebûl nekin. Me tu carî serî netewand. Me her dem li dijî zextan serî rakir. Wê demê qawîşa jinan tu carî li dijî zilmê serî netewand.    'ME BI AVA QEŞA Û AVA DETERJANA CILAN SERÊ XWE DIŞUŞT'    Yîgît, da zanîn ku ji ber wan li dijî pêkanînên girtîgehê her dem di ber xwe dida û serî hildidan bi tundiya dijwar re rû bir rû diman û wiha got: "Em 2 mehan di bin tecrîdê de bûn. Em hemû di hucreyan de dihatin girtin. Şev nîvê şevê em derxistin derve. Xwestin em hemû xwe tazî bikin. Me li dijî vê yekê di ber xwe da. Me daxwaza wan red kir. Ji ber vê yekê li me dan. 2 jin li derve bi dîrekê basketbolê ve girê dan. Li erdê berf hebû. Em nikaribûn biliviyana."     'HÊZA JINÊ YA BERXWEDÊR DERKET HOLÊ'    Yîgît, destnîşan kir ku li dijî hemû zextan vîna jinê ya berxwedêr derket holê û wiha lê zêde kir: "Vîn û hêza jinê derket holê. Berê meran bi çavên biçûk li jinan dinerî. Piştî vê berxwedanê ev nêrîn û feraseta mêr a li hemberî jinê jî hat guhertin. Agirê li Girtîgehê pêkeve dê li her derê belav bibe. Dema di serdema 12'ê Îlonê de cilên yek tîpî hat rojevê berxwedanê dest pê kir. Niha jî dê dîsa berxwedan dest pê bike. Hevalên me li girtîgehê ne bi tenê ne. Wê demê tenê li hundir berxwedan hebû. Lê niha dê hem li hundir û hem jî li derve berxwedan hebe. Li girtîgehan can û vîna me heye. Ez pir bawer dikim ku dê di ber xwe bidin û qet cilan li xwe nakin. Bi rastî jî ev cil ji bo şikandina vîn û rumeta mirovan e. Lê em her dem dibêjin vîn û rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe. Dîsa agirê li girtîgehê pêkeve dê li her derê belav bibe."    'DIVÊ EM JI HÊZA XWE BAWER BIN'   Yîgît, herî dawî xwest her kes ji hêza xwe bawer bibe û bawer bikin ku hêz û vîna wan dê cilên yek tîp û van polîtîkayên li ser wan tên ferz kirin têk bibe.    MA / Diren Yurtsever