Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin 2020-11-08 09:04:15 ENQERE – Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku budçeya ku gotina jinê, tecrûbeya jinê û daxwazên jinê tê de tune bin ew budçe ne "budeya jinê" ye û got, ji jinên dixwazin dengê wan li meclîsê be bila xwe bigihînin wan.    Li Meclîsê hevdîtinên ji bo Budçeya 2021'ê didomin. Jin van hevdîtinan wekî hevdîtineke ku jinê esas nagirin rexne dikin. Her wiha di dema pandemiyê de newekehviya zayendî ya civakiyî bi awayekî aşker xwe daye der û têkildarî vê di Plana Pêşxistinê ya 11'an de têgiha "budçeya li gor wekheviya zayenda civakiyî" hatibû nîqaşkirin, lê belê di hevdîtinên ji bo budçeyê de ev têgih esas nayê girtin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, komcivîna "Budçeya Li Gor Zayenda Civakiyî" ya HDP'ê û hevdîtinên ji bo budçeyê tên kirin nirxandin.    Gulum, anî ziman ku berî budçe bihata amadekirin pêşî diviyabû ditinên jinan û rêxistinên jinan esas bihatan girtin û got: "Niha li komîsyonê tê nîqaşkirin. Lê ji bo beşdarbûna jinan mekanîzmayek jî nehat çêkirin. A rast hevdîtineke veşarî tê kirin."    BEŞDARBÛYÎNA JINA    Gulum got: "Hûn rabin budçeya herî baş jî çêbikin, lê heger li wir gotina jinên, tecrûbeyên jinê û daxwazên jinê tune bin, hûn ê ji bo budçeya çawa tê xerckirin û çawa tê bikaranîn nikaribin mekanîzmayên venihêranê yên jinan ava bikin. Ev budçe, nikare bibe budçeya gel û jinan."    Gulum, destnîşan kir ku budçeya heyî bi awayekî zelal nehatiye nivîsîn û got: "Yanî em bi pêvajoyeke werê rû bi rû ne ku ji bo beşdarbûyîna jinan, pêşî li ber saziyên jinan tê girtin."    KOMCIVÎNA MECLÎSA JINAN A HDP'Ê    Gulum ji bo komcivîna "Budçeya Li Gor Zayenda Civakiyî" ya HDP'ê jî got: "Me nîşan da ku peywireke me ya wisa heye ku divê em komcivînên ji bo budçeya jinê çêbikin. Xebateke girîng bû û me di van komcivînan de guh li dîtinên hevalên xwe kir, ên derbarê budçeyê de. Ji bo ev dîtin li meclîsê bên nîqaşkirin, ji bo me bû peywirek."    ‘NE BUDÇEYA JINAN E'   Gulum, diyar kir ku di komcivînê de nîqaş kirin eku budçeya tê amadekirin ji bo şer û ewlehiyê tê amadekirin û got: "Ji lewra bi rastî jî em dibînin ku ev îqtidar ji bo jinan û gel naxebite, tenê ji bo parastina îqtidara xwe piraniya budçeyê ji bo polîtîkayên şerî vediqetîne. Her wiha tespîtek din jî ew e ku ev budçe, pirsgirêkên jin bi wan re rû bi rû dimînin esas nagire û ne budçeyeke jinan e."    Her wiha Gulum, anî ziman ku di budçeyê de dîtineke ku ji bo jina tevli nav siyasetê bibin jî tune bûye û li dijî pirgsirêkan bal kişand ser "mekanîzmayên ji zorê didin beşdarbûyîna bi hev re". Gulum got: "A rast di komcivînê de herî zêde em li ser vê mijarê sekinîn. Tenê ne li Tirkiyeyê, divê bi platformên li derveyî welt jî hevkariyek hebe û me girîngiya pevrebûnê nîqaş kir. Me nîqaş kir ku gelo em ê karibin mudaxileyî pêvajoya amadekarina budçeyê bikin û li kuçeyê û meclîsê em ê karibin xebateke berdawimiyî ya ji b budçeyê bikin. Heta me ji bo avakirina platformekê an jî tevnege pêwendiyê jî nîqaş kirin. Em ê ji niha pê ve li ser vî asasî tevbigerin."    BANG LI JINAN KIR    Gulum, destnîşan kir ku partiya wan HDP, dixwaze di pêvajoya budçeyê de gotinên jinan li Meclîsê bin û got: "Niha em di komîsyonê de gotinên wan radigînin û em ê piştî vê pêvajoyê cardin gotinên wan ragihînin. Em cardin bang li jinan dikin. Jinên dixwazin dengê wan li meclîsê be bila pêwendiyê bi me re deynin. Em dixwazin van nîqaşan bibin meclîsê. Ji lewra gotina me gotina hemû jina ye. Em çi qasî karibin gotina wan bînin meclîsê, dê li meclîsê ew qasî bê nîqaşkirin."    MA / Zemo Aggoz