Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin 2020-11-06 14:49:44   RIHA - Li Pirsûsê jinan esnaf ziyaret kirin û derbarê kampanyeya "Em xwe diparêzin" de agahdar kirin.   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), berî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, lez dan xebatên xwe yên kampanyeya "Em xwe diparêzin." Jinan di çarçoveya çalakiyên kampanyayê de, li navçeya Pirsûs a Rihayê broşor belav kirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û Remziye Tosûn jî piştgirî dan jinan û broşor belav kirin. Jinan derbarê kampanyeya "Em xwe diparêzin" de welatî agahdar kirin.    Jinan dûre dikandarên navenda navçeyê ziyaret kirin. Jinan di serdanê de,  dirûşmeya "Em xwe diparêzin" berz kirin û tilîlî berz kirin.