Jîneolojî dê bibe hêviya azadiya hemû jinan 2018-01-13 12:00:59 DÊRIK - 1’emîn Konferansa Jîneolojiyê ya li Rojava/Bakurê Sûriyeyê didome. Jinên beşdarî konferansê bûn, der barê konferasnê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê dê bibe hêviya azadiya hemû reng û baweriyên cuda yên gelan.”  1’emîn Konferansa Jineolojiyê di roja duyemîn de li Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. Jin li ser zanista jinê û rêbazek nû nîqaş dikin. Jinên ji netew û baweriyên cuda ku beşdarî konferansê bûn, nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku Konferansa Jineolojiyê ji bo parastina nirxên jinê û civakê gaveke girîng e. Jinên tev li konferansê bûn nerînên xwe bi JINNEWS’ê re parve kirin. Jinên ji JIN NEWS'ê re axivîn diyar kirin ku ev konfrenas dibe hêvîya azadiya hemû reng û baweriyan.  Endama Tevgera Jinên Êzîdî Rîham Hîco têkildarî koferansê wiha axivî: "Di demeke wiha de lidarxistina konferansê gelek girîng e. Ji bo jin bigihêjin heqîqeta xwe û rastiya dîroka xwe fam bikin, di bin sîwanekê de xwe birêxistin bikin, pêwistî bi konferansek wiha hebû. Em kêfxweş in ku beşdarî konferasê bûn.”    ‘JI BO PARASTINA MAFÊ JINÊ EM LI VIRIN’   Rîham, diyar kir ku konferans ji bo parastina mafên jinan şanseke mezin e û wiha got: “Ji bo parastina mafên jinên Êzidî û hemû jinan em li vir in. Ji bo rastiyên dîrokê yên ku veşartî derbikevin holê û jin bigihêjin heqêqeta xwe ev konferans girîng e. Konferansa Jineolojiyê ji bo pêşxistin û serkeftina jinê jî hêviyek ber bi çav e. Divê hemû jin girîngiyê bidin armanca vê konferansê û ji bo gihaştina heqîqeta xwe têbikoşin."   ‘DÊ PÊŞÎ Lİ ŞOREŞA JINÊ VEKE’   Jina Ereb a ji  Minbicê Zeyîneb Qenber jî, diyar kir ku konferans ji bo wan mîna şoreşekê ye û wiha axivî: “Ji bo pêşketina jinê Konferansa Jîneolojiyê dê pêşî li şoreşa jinê veke. Ji bo jiyanek aram û azad divê jin li ser esasê xweparastinê xwe birêxistin bikin. Yek ji armanca Konferansa Jineolojiyê jî ew e ku bi hêz û rêxistinek hevpar jin xwe ji zilman biparêzin."   'EM XWEDÎ HEV DERKEVIN'   Zeyîneb, anî ziman ku divê jin bi reng û baweriyên cuda li hevdu xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me ya ji hemû jinan re ew e ku bê cudahî, bi çandeke rengdêr li mafên hev xwedî derkevin.”