Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn 2020-10-23 13:25:50 ENQERE - Dîplomasiya Jinan a HDP'ê û Seroka Komîsyona Wekheviya Jinan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Regner re bi online hevdîtin pêk anîn.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, endama Koordînasyona Jinan Feray Mertoglû û Nûnera HDP'ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret bi rêya înternetê bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jinan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Evelyn Regner re hevdîtinek çêkirin.   Di civîna online de Başaran bal kişand ser êrişên li dijî jinên kurd û got: "Bi taybetî destavêtin û destdirêjiya bi destê hêzên dewletê li bajarên kurdan tên kirin. Ev yek rêbaza şerê taybet e. Çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er li Êlihê hat berdan. Divê ew tevî jinên li cîhanê têkoşîna hevpar mezin bikin."   Evelyn jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê nîşan da.