Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin 2020-10-06 09:02:22 ŞIRNEX - Jinên TJA'yî yên Şirnexî, diyar kirin  ew ê li herêmê di çarçoveya kampanyayê de balê bikişînin ser şewatên dar û daristanan û gotin: "Dixwazin  şewat û qirkirina xwezayê li me bidin ferzkirin. Lê belê em ê rê nadin van polîtîkayan. Wan heta îro hezar dar şewitandibin, em ê şûna wan darên şewitî sed hezar daran biçînîn. Em xwezaya xwe diparêzin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êriş û polîtîkayên taybet ên li ser kurdan, li gelek bajaran kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ da destpêkirin. Yek ji bajarên ku kampanya lê hatiye destpêkirin jî Şirnex e. Li Şirnexê, jin li dijî her cûre tundî,destdirêjî û tunehesibandinê, mal bi mal û tax bi tax xebatên xwe didin meşandin. Li herêmê di çarçoveya kampanayayê de jin dê bêtir balê bikişînin ser şewatên li herêmê. Der barê xebat û naveroka kampanyayê de aktivîstên TJA'yê û hevserokên HDP’ê yên Şirnexê axivîn.    'LI BOTANÊ EM XWEPARASTINÊ BI RÊXISTIN DIKIN'    Aktivîsta TJA’yê Zozan Aksu, diyar kir ku li herêmê li hemberî jinan polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha got: "Li dijî qirkirina ziman, çand û wêrankirina xwezayê em ê xwe birêxistin bikin. Pêwîst e em li hemberî îstîsmaran, destdirêjî, tacîz û qirkirina xwezayê xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Weke jinên Botanê em ê di serî de rêxistibûyina xwe xurt bikin. Hewceye ku di serî de em bersiva pirsa,  em jin wê çawa xwe birêxistin bikin? Bidin. Xebatên me yên ewil ew e ku em biçin gel jinan û bi wan re bicivin. Em ê li herêmê li dijî destdirêjiya ku bi destê dewletê pêk tê, jinan perwerde bikin. Ne tenê ji jinan re di heman demê de ji zarokan re jî em ê bernameyan amade bikin. Ji bo ku zarokên me zêdetir zimanê dayikê biaxivin em ê bernameyên cûr bi cûr li dar bixin. Xwezaya Botanê gişt tê qetilkirin. Pêwîste ku em gelê Botanê tevahî bi hev re bertek nîşanî vê qirkirinê bidin. Em bang li jinên Botanê dikin ku werin em bi hevre xweza, çand û zimanê xwe biparêzîn."    'EM XWE BIPARÊZIN XWEDÎ LI XWEZAYA DERKEVIN'   Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag jî bi lêv kir ku li dijî her cûre polîtîkayê yekzilamî ew ê têkoşîna xwe xurt bikin û ev tişt anî ziman:" Li gel dayîna starta kampanyayê me xebatên xwe lez û bez dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de em tax bi tax û gund bi gund digerin. Li ku derê jinek hebe, em dixwazin ku xwe bigihînînê. Li dijî van polîtîkayan divê jinên herêmê xwe çawa biparêzin? Em vê yek bi yek ji jinan re vedibêjîn. Em dixwazin ku jinên Botanê li her derê xwe biparêzin. Bi her awayî em ê piştgiriyê bidin wan. Em ne tenê xwe, em hem derdora xwe û hem jî  her zindiyekî diparêzin. Em xwe biparêzin û xwedî li xwezaya xwe derkevin."    'WAN HEZAR DAR ŞEWITANDIBIN EM Ê DEH HEZAR DARAN BIÇÎNIN'   Hevseroka Rexistina HDP'ê ya navçeya Cizîrê Gûler Tunç jî da zanîn ku yek ji armancên kampanya TJA’yê li herêmê teşhîrkirina polîtîkayên taybet e û wiha axivî: "Armanca me ew e ku bi taybetî zarokên ku bi destê dewletê tên îstismarkirin biparêzin. Ev pêngav li dijî hişmendiya  ku tune dike, wêran dike, dixwe û dikuje hat destpêkirin. Xebatên kampanyayê tenê bi daxuyaniyan pêk nayên. Wê xebatên me yên atolyeyan li taxan, gundan dest pê bikin. Her wiha wexta me têrê bike em ê meclisên jinan ava bikin. Dîsa em ê li taxan bernameyên weke şano û şevbihurkên jinan li dar bixin. Hemû dar û daristanên me şewitandin. Dixwazin şewat û qirkirina xwezayê li me ferz bikin. Lê belê em ê rê nedin van polîtîkayan. Wan hezar dar şewitandibin, em ê şûna wan darên şewitî sed hezar dar biçînin. Em ê piştgiriya gundên ku xesar ditîne û welatiyên ku çavkaniyên wan ji holê hatine rakirin bikin. Em ê li gel xweparastinê van kiryaran bidin sekinandin. Em bang li hemû jinan û saziyên jinan dikin ku di vê pêvajoyê de li gel me cih bigirin û em bi hev re li dijî êrîşan tebikoşin."    MA / Zeynep Dûrgût