‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin' 2020-09-30 09:07:08 AGIRÎ - Hevşaredara Şaredariya Panosê Muşerref Geçer, bi bîr xist ku li Agiriyê di 5 mehan de 7 jin bi awayî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û got: "Gava jinek bi îstismara zayendî re rû bi rû dimîne, hem malbata wê hem jî dewlet dixwaze ser meseleyê bigire."  Li Agiriyê di 5 mehan de 7 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Şaredariya Panosê ya HDP'î jî ji bo ku jin gava bi şidetê re rû bi rû man serî li mekanîzmayekê bidin zend û bend badan. Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer, anî ziman ku ji van mirinên gumanbar dudo jê li navçeya wan qewimîne û got, niha hewl didin hin cihan ava bikin da ku jin karibin bi rihetî serî lê bidin.    ‘SÛCDAR TÊ PARASTIN'    Geçer, destnîşan kir ku sedema sereke ya mirina jinan feraseta ku jinê tune dihesibîne bixwe ye û got: "Niha em li gelek deveran bi mirina jinan re rû bi rû ne. Bi arstî jî Panos cihekî feodal e di warê sosyolojîk de. Yek ji mijara em zehmtiyê dikişînin jî ev e. Heya ji destê me tê em alîkaria hevalên xwe yên dikin û ji bo vê dixebitin. Lê belê ji ber hin zext û zoriyên li ser jinan, em bi hina stengiyan re rû bi rû dimînin. Îro gava jinek bi îstismara zayendî re rû bi rû bimîne, hem malbata wê hem jî dewlet dixwaze ser meseleyê bigire. Me jî ji bo ser van meseleyan neyên girtin di bin banê şaredariyê de xeteke telefonê û mekanîzmayek ava kir."    XEBATÊN JI BO JINAN    Geçer, anî ziman ku şaredariyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê vekiriye û got, midûriyeta jina 7 meh in bi awayekî çalak dixebite. Geçer got: "Jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin an jî di warê manewî de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin tên midûriyetê. Her wiha me ji bo jinên pirsgirêkên wan ên cuda hebin û bi şidetê re rû bi rû dimînin jî Ceta Morê çêkir. Niha xeta me bi awayekî çalak dixebite. Ji xeynî vê li Panosê tiştekî ji bo jinan tuneye. Niha di bin banê şaredariyê de projeya me ya mala vehesandinê ya jinê heye. Em vê yekê ji bo jinên ji gundan tên karibin bêhan xwe vedin çêdikin. her wiha di bin banê şaredariyê de me bostanek danî ji bo jinan. Em dahata vî bostanî didin hevalên jin ên pêdiviya wan pê heye. Me dahata xwe ya ewil bi dest xist û me pê alîkariya hevalên jin kir. xebatên me yên bi vî rengî çêdibin. Lê mixabin ji ber ku ji ber rêveberiya berê ya AKP'ê gelek deynên me hene û ji ber vê em nikarin hin projeyên xwe yên der barê jinan de pêk bînin. Em dixwazin li dijî feraseta ku jinê tune dihesibîne bitêkoşin û ji bo jinan xebatine cuda bikin. Em dixwazin vê deêr bikin bajarê jinê."    MA / Ozlem Yayan