Kemalbay: Wê sala 2018'an bibe sala pêngav û destketiyan 2018-01-07 15:53:42 AMED / BÛRSA - HDP, li Amed û Bûrsayê konferansên jinan ên herêmê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di konferansa li Amedê de axivî û diyar kir ku sala 2017'an sala berxwedanê bû, wê sala 2018'an jî sala pêngav û destketinan be. Kemalbay wiha got: "Wê têkoşîna me bi ser keve û wê zilam wan têk biçe."  HDP, beriya Kongreya Asayî ya Mezin a 3'yemîn ku dê di 11'ê Sibatê de li dar bixe, li Amed û Bûrsayê konferasnên jinan ên herêmê li dar xistin. Konferansa li Amedê li Eywana Konferasnê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP'a Amedê ye hat lidarxistin. Tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, parlementerên HDP'ê yên jin, endamên HDP'ê yên MYK û PM'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn.    Li eywana konferansê pankartên li ser "Em ji faşîzmê re dibêjin rawest, em bi rêxistinî ber bi azadiyê ve dimeşin" û "Ev wisa nameşe, wê jin destûrê nedin" nivîsandin, û wêneyên siyasetvanên jinên ên girtî, wêneyê Taybet Înan, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir ên li Silopiyê hatin kuştin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Axaftina destpêkê ya konferasnê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca hat kirin. Konca destnîşan kir ku ji bo azadiya jinan bedêlên giran hatine dayîn û feraseta faşîst a ew pê re rû bi rû ne, hewl dide destkeftiyên jinan desteser bike, lê belê li hemberî van çewisandinan ew ê bi pêşengiya jinan li hemû qadan li ber xwe bidin.    ‘EM Ê DESTKEFTIYÊN NÛ LI YÊN HEYÎ ZÊDE BIKIN'    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî di axaftina xwe de diyar kir ku bingeha HDP'ê ji jinan pêk tê û armanca konferasnê ew e ku ji bo pêşerojê gavên hîn emizntir bavêjin. Kemalbay destnîşan kir ku jdi encama têkoşîneke zor û zehmet de jinan gelek tişt bi dest xistine û ev tişt gotin: "Me bedêlên giran dan. Em dizanin ku tu demokrasî bê bedêl bi dest nakeve. Em ê jî li destkeftiyên heyî yên nû zêde bikin û dewrî nifşekî nû bikin."    '2017 SALA BERXWEDANÊ BÛ, WÊ 2018 BIBE YA PÊNGAVÊ'   Kemalbay her sê siyasetvanên jin ên li Parîsa Fransayê hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku di 15 salên rejîma AKP-Erdogan de qetlîamên jinan veguherîne tiştekî ji rêzê. Kemalbay destnîşan kir ku sala 2017'an sala berxwedanê bû, lê belê wê sala 2018'an bibe sala pêngavê û ev tişt gotin: "Îktîdara AKP-Erdogan êrîşî bedena jinan dike û dînamîka herî girîng a têkoşîna şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê hedef digire. Lê belê di vî 2 sal û nîvê dawî de li hemberî van êrîşan me bi bawerî û sebir têkoşiyan. Em ê kongreya xwe ya mezin a sêyemîn jî bi pêngavekê li dar bixin. Sala 2017'an bû sala li ser piyan û berxwedanê. Wê sala 2018'an jî bibe sala pêngav û destkeftiyan. Wê têkoşîna me bi ser keve û wê zilam wan têk biçe. Wê careke din bibînin ku bi zilmê avakirin nepêkan e."    Piştî axaftina Kemalbayê jinan bi yekdengî dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin.    Piştî axaftina Kemalbayê nameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê ya ji Girtîgeha Jimare 1 a Kandirayê şand hat xwendin. Yuksekdagê di nameya xwe de destnîşan kir ku zor û zehmetiyên pêvajoyan çi dibin bila bibin ew ê xwedî li wan destkeftiyên emanetî wan hatine kirin derkevin û wan pêşvetir ve bibin.    Piştî nameya Yuksekdagê nameya Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê ku ji Girtîgeha Jimare 1 a Kandirayê şand jî hat xwendin. Kişanakê jî di nameya xwe de balê kişand ser rol û rista jinan di vê pêvajoya zehmet de û got wê jin di pêvajiya heyî de jî rol û rista xwe bilîzin.    Piştî peyaman, konferans ji çapemeniyê re hat girtin û bi awayekî girtî domand.      BÛRSA   Di konferansa ku li avahiya HDP'a Navçeya Yildirim a Bûrsayê hat ldiarxistin de jî pankarta li ser "Em ji faşîzmê re dibêjin rawest, em bi rêxistinî ber bi azadiyê ve dimeşin" nivîsandî hat daliqandin. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, endamên PM'ê yên HDP'ê û hevserokên HDP'ê yên Kocaelî, Yalova, Çanakkale û Bûrsayê tev li konferansê bûn. Konferans piştî rêzgirtinê dest pê kir.  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi bîr anîna siyasetmevanên jin Sakine Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayirê dest bi axaftina xwe kir û got ya ku dikeve ser milê wan ew e ku têkoşîna van jinên pêşeng pêşvetir ve bibin. Taşdemîr, anî ziman ku ew dixwazin di Kongreya Mezin a 3'yemîn ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin de fikriyata HDP'ê mezintir bikin û bi awayekî dest pê bikin. Taşdemîr got ku ji ber vê konferansên ku ew beriya kongreyê li dar dixin girîng in. Taşdemîr diyar kir ku têkoşîna jinan ji 15 salên îktîdara AKP'ê zêdetir e û koka vê têkoşînê xwe dispêre demeke dûr û dirêj. Taşdemir bi lêv kir ku hevalên wan ên di zinadanan de li ber xwe didin û ew ê jî wêrekî û hêviyê mezin bikin û faşîzmê têk bibin. Taşdemîr wiha got: "Em dizanin ji wêrekiya me, ji hêviya me pirt ditirsin. Em dizanin ji ber HDP partiyeke jina ye ditirsin. Em bi hev re di 11'ê Sibatê de vê wan bitirsînin."    Piştî axaftina Taşdemîrê peyamên Fîgen Yuksekdagê û Gultan Kişanakê hatin xwendin.