Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin 2020-09-05 12:11:14 MÊRSÎN - Jinan ji bo amadekariya zivîstanê, dest bi çêkirina salçeya malê û hişkirina berheman kirin. Jin bi vê xebata xwe, hem xurekên malê yên zivîstanê û hem jî piştgiriya aboriya mala xwe dikin.    Welatiyên li Mêrsînê dijîn, di dawiya mehên havînê de, ji bo xurekên di mehên zivîstanê de bi kar bînin, dest bi çêkirina salçeya malê, konserve, hişkkirina firîngî, îsot û bacanên reş dikin. Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, di ser û nava her kolanekê de, jin li hev kom dibin û xebatên xweyên amadekariya zivîstanê bi rêve dibin.   ‘DIBIN KELEGERMA HAVÎNÊ DE HEM ÎSOTAN KOM DIKIN’   Emîne Eren a 52 salî ya li navçeya Akdenîzê dijî, hem ji bo xurekên mala xwe û hem jî ji bo piştgiriya aboriya mala xwe bike, salçeya malan çêdike û berheman hişk dike. Eren li alîyekê salçê çêdikin û li aliyê din jî salçeya îsotan çêdike.   Eren, diyar kir ku di mehên havînê de ew zeviyan kirê dikin û wiha axivî: “Di van zeviyan de em çandiyê dikin. Bi vî awayî em piştgiriya aboriya mala xwe jî dikin. Berî 25 salan min dest bi vî karî kir. Berî 25 salan min îsot bi kîsan ji halê dikirin û salçeya îsotan çêdikir. Niha jî em diçim nava zeviya û vîkarî dikin.  Em bi vî karî debara mala xwe dikin. Di kelegerma havînê de em diçin nava zeviyan, îsotan kom dikin, tînin malên, dişûn, dendikê wan derdixin û dûre dikin salçe. Îsot pir tûjin û destên me dişewitînin. Gelek caran ji ber vê em bi şev xew nakin. Lê em bi vî karî debara xwe dikin. Divê em bikin.”    KORONAYÊ BANDOR LI WAN KIR    Zeynep Aslan a 53 salî jî, diyar kir ku ew herî zêde hez li salçaya li malê tê çêkirin dikin û wiha axivî: “Salçeya li malê tê çêkirin paqije. Ev 36 salin em li bajar dijîn. Tu carî min salçe ji derve de nekiriye. Her tim ez çêdikim. Ji bo amadekirina salçeyê pêwîstî bi kedek mezin heye. Reng û tama salçeya ez bi xwe çêdikim pir xweştire. Her sal em vî karî dikin. Lê îsal koronayê bandor li vî karê me kir. Berê em jin bi hev re dixebitîn. Lê niha em zêde nayin gel hev.”   MA / Omer Akin