Hêdî hêdî diherike lê di kurahiya wê ya heft qadî de bahoz hene 2018-01-05 12:55:11 ÊLIH - Meryem Merlan a piştî dîmenên dînamîtkirina Heskîfê temaşe kir ji Eskîşehîrê hat li Heskîfê bi cih bû, çîroka xwe ya bi Çemê Dîcle re dibe yek bi gotina “Hêdî hêdî diherike, lê di kûrahiya wê ya heft qatî de bahoz hene.” anî ziman.  Meryem Merlan a 41 salî li keviya Porsuk Çayi ya Eskîşehîrê ji dayik bûye. Nêzî 2 salin li Tirkiyeyê digere.  Merlan li hemû bajarên Tirkiyeyê geriyaye û serpêhatiya rêya wê bi avê dest pê kiriye. Merlan ji zarokatiya xwe de şopa avê şopandiye û piştî 20 saliya xwe derbasî Stenbolê bûye. Dermanxane vekir. Bi demê re ferq kir ku pergal bi tenduristiyê re eleqedar nabe û dermanxaneya xwe girt. Ji Stenbolê, berê xwe da Heskîfê û berî du man, li şikeftekê navçeyê bi cih bû. Navê şikefta xwe kir “Sîmurg” ku tê wateya “Ji xeliya xwe diwelidê.”    ‘EV DER PIR XWEŞIKE’   Merlan, diyar kir ku 20 sal in dixwaze were Heskîfê û wiha axivî: “Astengî her tim pêşiya min derketin. Piştî min dîmenên dînamîtkirina Heskîfê didin, min biryar da bêm vê derê. Heskîf û Çemê Dîcle bi hev ve girêdayîne. Dîcleyê ji bo xwe pir pîroz dibînim. Min ji sifirê dest bi jiyana xwe kir û li şikeftê bi cih bûm. Êdî ji xwe re dibêjim ez ji Heskîfê me. Gele vir 20 sale ji bo Heskîfê têdikoşin. Ji min re gotin gelo ‘Tu dereng nemayî?’ Min jî ji wan re got ez dereng nemame, hîna jî ev der pir xweşike.    ‘MIN HÎS KIR KU DIVÊ VEGERIM HESKÎFÊ’   Merlan, anî ziman ku bi Mezopotamyayê re dil dane hev û wiha domand: “Ji min pirsa koka te çiye  dike. Koka min lê vêderê ye. Ev der destpêka mirovahiyê ye. Ev der cihê hemû bawerî, qewm û netewane. Pêdiviya min bi pareyan tuneye. Hemû kes li vir dinava  piştevaniyê de dijîn. Em Dîcleyê nas dikin. Her ku ew biherike, emê jî li vir bin. Gava hatim Heskîfê û min bergeha wê dît ez giriyam. Bendava li Heskîfê tê kirin, dê civaka wê jî bide guhertin. Lêkolînek zanist li vê derê nayê kirin. Sermayeya kûrewî bi hişmendiya nêçîra defînê nêzî vê derê dibe. Gelê vir necarî koçberiyê tên kirin. Dê piştî demekê ne çanda wan û ne jî zimanê wan bimîne. Di koçberiyê de tişta herî girîng a min komkujiye. Cihê ku komkujî têrê nake, pişavtinê dixin dewrê. Li vê derî jiyana civakî jî tê guhertin. Ciwanên pir hêja li vir hene, lê wan koçî metropolan dikin. Piştî çend nivşan dê ji bîr bikin ku ji Heskîfêne. Bi vê dixwazin bîr û baweriyan tune bikin. Ji xwe bi vî awayî komkujiyan pêk tîn in.”     ‘TÊKOŞÎN BI HEV VE GIRÊDAYÎNE’   Merlan, destnîşan kir ku têkoşîna ji Heskîfê heya Alakirê, ji Brezîlya heta ZAD’ê ku (tevgereke ekolojîst a Fransayê ye) divê nava parvekirin û piştevaniyê de be. Merlan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû kesên li cihê ku baweriya wan pê tê û têkoşîna ku pê bawer dikin, ger domdar be qet ne pirsgirêke û ev têkoşîn jî bi hev ve girêdayî ye.”   MA / Sonya Bayik